Şehîdên  komkujiyên Til Eran, Til Hasil, Pirsûs û Qamişlo li Lubnanê hatin bibîranîn

Li Beyrûtê ya paytexta Lubnanê şehîdên komkujiyên Til Eran, Til Hasil, Pirsûs û Qamişlo bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Bi dehan kurdistaniyên li Lubnanê salvegera 3’yemîn a komkujiya Qamişlo û salvegera 6’emîn a komkujiya bajarokên Til Hasil, Til Eran û komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn. ".

Di merasîma bîranînê de berdevkê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Abduselam Ehmed axivî û qurbaniyên komkujiyên Til Eran, Til Hasil û Qamişlo bi bîr anîn û serxasiya malbatên şehîdan kir. Abduselam soza şopandina rêya şehîdan da.

Ehmed îşaret bi gefên dewleta Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bal kişand ser  ku ev gef bi armanca tunekirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser têne xwarin.

Li aliyekî din ve jî rêveberiya Kongreya Star Gubar Husên komkujî şermezar kir û şehîd bi bîr anîn. Gubar îşaret bi dagirkeriya Tirkiyê kir û got: "Dagirkeriya Tirk kiryarên bi armanca têkbirina têgeha jiyana hevbeş û projeya neteweya demokratîk a ku niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar e, didomîne."

Bi navê kurdistaniyên li Lubnanê jî Mehmûd Kurdî soza şopandina rêya şehîdan dûbare kir û wiha anî ziman: "Hêza me di gelê me de ye. Ev hêz jî çeka li hember destdirêjiyên li herêmên me ye. Malbatên şehîdan jî serî li hember dagirkeriyê natewînin û şermezar dikin."

Merasîm bi diruşmên silavkirina berxwedan û şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din