‘Şehîdên me terora herî xeter li ser cîhanê tune kirin’

Dayik û hevjînên şehîdan bi boneya 18`ê Gulanê Roja Şehîdan gotin: " Em bi şehadeta zarok û hevjînên xwe serbilind in ku bi saya wan îro li ser axeke azad û pîroz em dijîn.”

Di oxira şoreşê de, bi hezaran ji ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca jiyaneke azad bijîn berxwedanî kirin û gihîştin asta şehadetê. Îro jî bi saya 11 hezar şehîdên û 21 birîndar ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, terora ku xeteriya xwe li ser tevahî cîhanê hebû, di 23`ê Adarê de li bajaroka Baxozê ya Dêrezorê hate şikandin.

Bi wesîleya 18`ê Gulanê, Roja Şehîdan dayik û hevjînên şehîdan yên bajarê Kobanê hest û serbilindiya xwe bi şehîdan re anîn ziman û gotin: "Em jî amade ne ji bo welatekî azad li pey şehîdên xwe canê xwe feda bikin û rêya wan bişopînin.”

Armanc rizgarkirina Kobanê bû

Hevjîna şehîd Dozvan Kobanê, Dunya Mihemed dayika 4 zarokan e, Dunya roja 18`ê Gulanê li hemû hevjîn û dayîkên şehîdan pîroz kir û got: "Ev roj ji bo me rojeke girîng e û wateyeke giranbuha ye, ji ber ku dema hevjînê min di nav refên YPG`ê de bû û beşdarî berxwedana Kobanê bû, zarok û malabta xwe neda pêş çavên xwe, tenê armanceke wî hebû ku ew jî dijmin ji axa xwe dûr bixe û Kobanê rizgar bike.”

Dunya wiha pêde çû: "Bi saya şehîdên me, em îro li ser axa xwe ya azad dijîn, ji ber ku ew bû yê ku jiyaneke aram û azad ji me re afirandin, ji bo wê jî em wekî hevjînên şehîdan, çawa ku şehîdan rêya azadiyê bi me dan nasîn, em ê jî ji zarokên xwe re jiyana azad biafirînin.”

Ji aliyê xwe ve dayika şehîd Armanc Nîhad ku di Berxwedana Serdemê li Efrînê û hevjîna şehîd Çîlo Mehmûd Şêhan li Helebê şehîd bûne, Semîra Mehmûd da zanîn ku ew bi şehadeta keç û hevjînê xwe serbilind e. Semîra got: "Keça min xwandevanek bû, lê ji bo azadiya gelê xwe, berê xwe da Efrînê û li şûna pênûsa xwe, çek hilda û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li berxwe da.  Keça min Armanc wekî navê xwe bû gihişt armanca xwe û şehîd bû.”

Semîra di dawiya axaftina xwe de, diyar kir ku bi saya keç û hevjînê wê û hezaran ji hevalên wan yên şehîd, terora herî mezin li Bakur û Rojhilarê Sûriyê hate tunekirin.

ANHA 


Mijarên Din