NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Şehîdên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Adil û Hisên hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên şehîdên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên El-Îsa û Adil Kedro Hec Hisên bi merasîmekê li Girostana Şehîdan oxir kirin.

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyên şehîdên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Hisên El-Îsa û Adil Kedro Hec Hisên (Ebû Leyla) bi merasîmekê li Girostana Şehîdan oxir kirin. Şênî li ber Nexweşxaneya Firatê kom bûn û cenazeyên her du şehîdan wergirtin. Piştî ku cenaze hatin wergirtin, bi konvoyekî ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Şervanên Hêzên Xweparastinê torenek leşkerî li dar xistin. Piştre yek ji fermendarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Kendal Minbic axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Kendal Minbic soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Paşê endamê rêveber ê Komîteya Meclisa Malbatên Şehîdan Ibrahîm El-Xelîf axivî  û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. El-Xelîf fedekariyên şehîdan bi bîr xist û destnîşan kir ku bi saya wan ewlehî li herêmê serwer e.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo axivî û got: "Şehîd meşaleyên ku rêya me ronahî dikin. Dê dîrok navên wan di rûpelên lehengî û fedekariyê de binivîse."

Piştî bidawbûna axaftinan endama Meclisa Malbatên şehîdan Henedaî Mihemed wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin. Şêniyan cenazeyên her du şehîdan di nav tilîliyên dayîkan de û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din