Şehîdên meha Gulanê li Qamişlo hatin bîranîn

Li bajarê Qamişlo şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Gulanê li goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmê hatin bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo merasîmê bîranîna şehîdên meha Gulanê li goristana Şehîd Delîl Saroxan lidar xistin. Bi dehan kes di nav de malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Emar Mûsa sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî.

Emar got: "Şehîdên me bûne nimunak ji qehremanî û fedayetiyê, ji ber ku mezintirîn rêxistina teror ku mirovahî tehdîd dikir têk birin, bi saya wan gelên herêmê ji zulmê rizgar bikin. Bi vê wesîleyê em beja xwe li hemberî giyanên wan ên pak ditewînin."

Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan diyarî malbatên wan kir.

Piştre malbatên şehîdan gul danîn ser gorên şehîdan.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA

 


Mijarên Din