Şehîdên meha Gulanê li Tebqayê hatin bîranîn

Li Tebqayê şehîdên meha Gulanê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji bo 7 şehîdên meha Gulanê ku deverên cûda li dijî çeteyan şehîd bûne merasîmê bîranînê lidar xistin.

Şehîdên meha Gulanê yên Tebqayê ev in: Rakan El-Dîmo (Rakan Tebqa), Hesen El-Elî (Dilovan Tebqa), Hesen El-Hesen (Ebû Emar), Mûsa El-Mihemed (Ebû Casim), Ebdulfetah El-Mûsa (Ebû Ebîr), Ebdulrehîm El-Receb (Ebdul El-Rehîm) û Ehmed El-Hisên (Feysel Reqa).

Bîranîn li navenda Çand û Hunerê hate lidarxistin. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê, fermandarên QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.

Piştî rêzgirtina û vêxistina moman li ber wêneyên şehîdan, axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed, ji fermandarên QSD‘ê Mustefa El-Ehmed û hevserokê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Elûş El-Xidir axivîn.

Di axaftinan de hate gotin şehîdan, gelê herêmê gihandine azadî û ewlehiyê û herêm ji komên çete rizgar kirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku, hêzên derve yên dijberî fikrê netewa demokratîk û biratiya gelan dixwazin şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê têr bikin û ewlehiya herêmên rizgarkirî têk bibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan belgefilmekî kurt li ser berxwedana şehîdan di qadên şer de nîşan da.

Merasîm bi berzkirina diruşmeyên dilosoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din