Şehîdên meha Hezîranê û komkujiya Kobanê li Girê Spî hatin bi bîranîn

Îro malbatên şehîdan ên kantona Girê Spî şehîdên komkujiya Kobanê û şehîdên meha Hezîranê li Goristana Şehîd Mehmûd Teima de bi bîr anîn.

Mersîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û şehîdên meha Hezîranê di nav de şehîdên komkujiya Kobanê bi bîr anîn. Hêvîn tekez kir ku çeteyên DAIŞ`ê bi desteka Tirkiyê ji bo tolhildana binketa xwe li ser destê şervanên YPG û YPJ`ê ev komkujî pêk anî.

Her wiha bi navê QSD`ê fermendar Mihemed Girê Spî axivî û got: " Destpêkê em şehîdên azadiyê û rûmetê yên ku ji bo parastina welat û gelê xwe canê xwe feda kirine bi bîr tînin. Em berxwedana têkoşer û şervanên ku herêmê ji çeteyan rizgar kirin û tola hevalên xwe hilînan silav dikin."

Piştî axaftinan malbatên şehîdan mûm li ser gorên şehîdên vêxistin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din