Şehîdên meha Nîsanê li Qamişlo hatin bi bîranîn

Şêniyên bajarê Qamişlo şehîdên meha Nîsanê bi bîr anîn û gulên li ser gorên wan şîn bûne avdan.

Şêniyên Qamişlo, di nav de bi dehan malbatên şehîdan, şehîdên têkoşîna azadiyê yê meha Nîsanê li ser gorên wan ên li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr anîn.

Bîranîn bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Mihemed Emîn axivî, destnîşan kir ku şehîdan ji bo parastina nirxên civakî canê xwe feda kirin û banga xwedîkertina li destkeftiyên ku bi xwîna wan hatin bidestxistin kir.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî malbatên şehîdên meha Nîsanê kirin.

Girseya welatiyan çûn ser gorên şehîdan ku gulên ku li ser gorên wan şîn bûne avdan.

ANHA


Mijarên Din