Şehîdên meha Nîsanê û Qereçox li Kobanê hatin bîranîn

Bi dehan şêniyên bajarê kantona Kobanê şehîdên meha Nîsanê û Qereçox li goristana Şehîd Dicle bi bîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê bi merasîmekê şehîdên meha Nîsanê û Qereçoxê li goristana Şehîd Dicle ku dikeve başûrê bajarê Kobanê, bi bîr anîn.

Merasîmê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Paşê endama Rêveberiya Kongra Star Peyman Aydin axivî. Peyman got: “Em bi saya keda şehîdan serdikevin. Têkoşîna ku van şehîdan û şehîdên Qereçox meşandin, dihêlin ku em bi serkeftin. Armanca me wek Kongra Star ew e ku di dilê her zarokî de hezkirina axê biçînin. Em soz didin Serokê xwe ku çiqsî ji me dûr xistibin jî, em ê wî azad bikin."

Peyman destnîşan kir ku dijmin dixwazin rojên wan reş bikin, lê bi vîn me û şehîdan ew ê azadiyê bidest bixin.

Di dawiya axaftina xwe de Peyman got: "Serkeftin a gelê Kurd e."

Di dawiyê mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

Di 25`ê Nîsana 2017`an navenda Fermendara Gîştî ya YPG`ê li Qereçoxê ji aliyê balefirên Tirkê ve hat topbaran kirin. Di encamê de 20 şervan şehîd bûn.

(şm-sn)

ANHA


Mijarên Din