Şehîdên "Pêngava Şerê Tunekirina Terorê" Ehmed El-Ugla, Ebdulnasir El-Naîb, Mihemed Seyîd El-Etallah, Hemed El-Ezîz, Meter El-Necim, Zuhêr Feyad û Ebd El-Casim li goristana Şehîd Xidir El-Hemada ya herêma Ebû Xeşeb li ser gorên xwe hatin bi bîranîn.
Şênî, nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan û saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir, ji aliyê şervanên QSD‘ê ve tûrana leşkerî pêk hat.
Bi navê Meclisa Jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan û YPG‘ê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan. Axaftivanan banga xurtkirina biratiya gelan û bersivandina her cûreyên dagirkeriyê.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.
ANHA