Şehîdên QSD û MLKP’ê û şehîdê rojnamevan Mihemed Reşo hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo her sê şêhîdên xwe rojnamevan Mihemed Reşo, şervanê MLKP’ê Demhat Gunebakan û şervanê QSD’ê Agirî Qamişlo bi tilîliyên dayikan oxir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovana êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Li dijî êrîşan şervanên QSD’ê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dide. Di encama şer de şervan, sivîl û rojnamevanên şehîd ketin, bi coşeke mezin tên oxirkirin. Îro jî şêniyên bajarê Qamişlo 3 şehîdên xwe ji barada şehîdan a taxa Şerqî hilgirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ketin rê.

Şehîd Mihemed Reşo 13’ê vê mehê di kerwanên Cizîrê re ber bi Sêrekaniyê re ketibû rê, bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker. Şehîd Kerem Pehlîvan (Demhat Gunebakan) ku 12’yê vê mehê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê de şehîd bû. Ehmed Hesen (Agirî Qamişlo) encama êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser bajarê Qamişlo 14’ê vê mehê şehîd ket.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi sloganên ‘Şehîd namirin’ 3 şehîdên xwe anîn Goristana Şehîd Delîl Saroxan û li vir merasîmek li dar xist.  

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin hatin kirin.

Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdana Şehbayê Xelîl Hisên sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Parastina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê erka hemû pêkhateyan e. Van şehîdan ji bo azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kir. Şehîdên me aşiqê vê axê û gelê xwe ne. Em jî heya dawî vê axa pîroz biparêzin.”

Berdevka Tevgera Komunîst a Şoreşger Bêrîtan Asya bejna xwe li hember hemû şehîdan tewand û got: “Şehîdên me li hember dagirkeriya dewleta Tirk bi serbilindiyeke gelekî mezin dîrokê dinivîsin.  Heval Dembat ku hevalekî Tirk bû, li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bi gelê Kurd, Ereb, Suryan re li ber xwe da. Îro, roj roja berxwedanê ye. Heya yek kes ji me sax be û dilopeke xwîn di laşê me de hebe, em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin.

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîpan Can jî soza şopandina derxistina heqîqetê da û got: “Hevalên me yên rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rex gel û şervanên xwe mil bi mil rastiyê derdixistin holê û wê her derxin. Ragihandina azad ew ê ku berxwedana gelê xwe vebêjê ji cîhanê re, bi şervanên xwe re mil bi mil bi kameraya xwe şer bike û hovîtiya dijminên xwe derxe. Ji bo hevalên me yên rojnamevan rastiyê derdixin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne hedefgirtin. Ev ne cara yekem e ku rojnamevan tên hedefgirtin. Bi destê DAIŞ’ê Denîz Firat, Rizgar Adanmiş, Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed hatibûn hedefgirtin. Em jî soza derxistina heqîqatê nûjen dikin û heya yek rojnamevan hebe jî em ê rastiyê derxin.”

Birayê şehîd Mihemed Reşo, Mustafa Reşo jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Şehîdên me li ser rêya heqîqetê ku dimeşiyan, li ser wê rêyê jî şehîd ketin. Em jî rêya derxistina heqîqetê her bişopînin.”

Bavê şehîd Mihemed Reşo, Hisên Reşo jî ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk banga yekitiya gelê Kurd kir û got: “Ev dijminê hov encax bi yekitiya me pûç bibe. Gelê Kurdistanê heger ne îro be, kengî em ê bibin yek. Dem dema yekitiyê ye.”

Piştî axaftinan wesîqetên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.  Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi sloganên ‘Şehîd namirin’ û tilîliyên dayikan re spartin axê.

Sibê konê her sê şehîdan li ber Goristanan Delîl Saroxan dê bê vedan.

ANHA


Mijarên Din