Şehîdên Tebqayê yên meha Tebaxê hatin bibîranîn

Li Tebqayê 23 cangoriyên azadiyê yên meha Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Tebeqayê bîranîna 23 şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Tebaxê li dar xist.

Bi sedan şêniyên herêmê, şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma li navenda Çand û Hunerê hatibû lidarxistin bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Malbatên şehîdan mûm li ber wêneyan şehîdan vêxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Emîna Ebdulrezaq, Hevserokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Ehemed El-Silêman û bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayî Emîra Mihemed axivîn.

Di axaftinan de fedekariya şehîdan a bi armanca xilaskirina gelan ji serdema tarî û zulmê hate destnîşankirin. Her wiha hate gotin ku QSD‘ê afrînerê aştî û azadiyê ye.

Kesên axivîn, soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên bi xwîna wan hatin qezenckirin dan.

Piştî axaftinan belgefîlmeke li ser têkoşîna 23 şehîdan hate pêşandan. Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Şehîdên meha Tebaxê yên Tebqayê ev in: "Abdullah Cidey, Mihemed Abdulezîz, Raşid Filêc, Mihemed El-Ebûd, Mihemed Mûsa, Cuma El-Mustefa, Salih El-Salim, Elî El-Mehmûd, Mihemed El-Hisên, Abdulrehîm El-Hisên, Ela El-Ehmed, Mihemed Îsmaîl, Ela El-Elî, Abdulrehman El-Ehrî, Yehya Şûeyb, Ehmed El-Mûsa, Emar El-Xelef, Abdulezîz El-Misreb, Îsmaîl El-Remla, Îbrahîm El-Xelîl, Telal Ehmed, Ebas Siwêd û Îsa Hec Hisên".

ANHA


Mijarên Din