Sehrîcên QSD`ê ji bo belavkirina avê anîbûn, dest bi xebatê kir

Sehrîcên ku QSD’ê ji navendên xwe anîbûn, dest bi karê belavkirina avê li şêniyên bajarê Hesekê kir.

Piştî artêşa Tirk stasyona Elok sekinand û karkerên wê derxistin, QSD`ê rê li pêşiya qutbûna avê girt û sehrîcên xwe xistin xizmeta şêniyên Hesekê. Li ser vî esasî sehrîc avê li şêniyên Hesekê belav dikin.

Sehrîcên avê li pêşiya Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê kom bûn û ji wir dest bi karê belavkirina avê li taxên bajarê Hesekê kir.

Hevserokê Komîteya Hawîrdor û Şaredariyan a kantona Hesekê Abdulxefûr Oso wiha par ve kir: "QSD`ê ev sehrîc xistin xizmeta gel an ku hêza ku îsbata xwe kir û canê xwe di oxira parastina herêmê û gelên xwe de feda kir, niha jî hejmareke sehrîcên avê ji welatiyên Hesekê re dabîn dikin."

Oso wiha axaftina xwe domand: "Em spasiya QSD`ê ji bo dabînkirina avê ji şêniyên Hesekê re dikin. Sehrîcên ku avê belav dikin, dê hevkariya Gerînendetiya Avê û komînên bajarê Hesekê bikin."

Li gel vê yekê ava di sehrîcan de ji bîrên navçeya Til Birakê û herêmên Nefaşa û Hema hatine dagirtin, ji ber ava bajarê Hesekê şor e û nayê vexwarin.

Oso di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku avê îsraf nekin û bi hev re aloziya avê derbas bikin.

Li milekî din fermandarê QSD`ê Can Fîdan jî axivî û got: "Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk da ku alîkariya şêniyên bajarê Hesekê bikin, bi vê însiyatîfê rabûn û heta rêxistinên mirovî destwerdanê bikin û careke din avê bidin, em ê kar û xebata xwe berdewam bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din