Selah Dilovan bi deng û hunera xwe tev li berxwedanê bû

Di nav şêniyên Efrînê û taxa Şêxmeqsûd de wek rûyek ji rûyên berxwedanê hate naskirin. Wek pêşkêşvanê şahiyan û mihrîcanên xîtabî li rex şêniyan di dirêjahiya salên têkoşîn û berxwedan de ma.

Di salên berxwedanê de kesayetên gelêrî di tevahiya waran de derketin. Jê Selah Dilovan ê ku di nav şêniyan de wek pêşkêşvanê şahî, meş û mihrîcanên xîtabî tê naskirin. Heta ku êdî di nav de gel navdar bû.

Selah Dilovan(40) li gundê Hec Xelîl ê girêdayî herêma Racoyê ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Di 18 saliya xwe de hewesên wî di xîtabê de û vegotina helbestan xuya dibe û dema tev li koma Derwîşê Evdî ya ku di 1994`an de li herêma Racoyê ava bûye.

Dilovan tev li gelek komên hunerî dibe mîna Sîmav û Agirî û her wiha di warê stran, şano û dîlanê de dixebite.

Tevî zextên rejîma Sûriyê beriya şoreşê, bi taybet der heqê gelê Kurd de, Selah Dilovan xebatê xwe bi komên hunerî re bi awayekî veşartî didomîne û tev li şahiyên cejna Newrozê û gelek boneyên din li Heleb, Efrîn, Reqa û Kobanê dibe.

Di Şoreşa Rojava de Dilovan karê xwe di navbera Efrîn û Helebê de berdewam dike. Destpêkê li Efrînê dixebite piştre li ser daxwazên gelê taxa Şêxmeqsûd vedigere taxê. Dilovan bi rêbaz û şêwaza xwe ya hunerî li rex şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê li ber xwe dide. Her wiha gelek stran û helbestên niştîmanî girêdayî berxwedana şêniyên taxê û helbestên din bi her du zimanên Erebî û Kurdî dinivîse.

Selah Dilovan bi dengê xwe yê xweş û xurt dema tev li meşan dibe yan jî dema helbestan di şahî, bone û mihrîcanên xîtabî de vedibêje tê naskirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din