Selam Hisên: Tirkiyê li Efrînê merheleya dagirkirinê derbas kir û niha komkujiyan pêk tîne

Endamê Têkiliyên Giştî yên MSD’ê Selam Hisên got dewleta Tirk li Efrînê qonaxa dagirkirina herêmê derbas kiriye, ji ber tu dewleteke dagirker li cîhanê mîna dewleta Tirk sûcên qirkirina komî li Efrînê nekirin.

Selam Hisên wiha got: "3 sal di ser dagirkirina Efrînê ji aliyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re derbas bûn."

Hisên wiha domand: "Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê pêk anîne, tu dewleteke dagirker li tub ajar an jî welatê ku dagir kiriye, nekir. Dewleta Tirk gelek komkujî û sûc li dijî şêniyên Efrînê kirin û civaka navneteweyî û rêxisstinên mafên mirovan bê deng ma."

‘KOÇBERKIRINA 200 HEZAR ŞÊNÎ’

Selam Hisên di destpêka axaftina xwe de wiha diyar kir: "Dewleta Tirk qonaxa dagirkirinê derbas kir. Ji ber ji dema dagirkirina Efrînê de, qirkirina etnîkî li dijî şêniyên herêmê bi taybet Kurdan pêk anî. "

Hisên wiha da zanîn: "Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de, cihên dîrokî, binesaziya herêmê hatin wêrankirin. Ji destpêka ku artêşa Tirk û çeteyên wê derbasî Efrînê bûne de, şêniyên wê da koçberkirin, lê şêniyên ku li Efrînê mane, bi bihaneya hevkariya wan bi Rêveberiya Xweser re yan jî tevlêbûna li YPG’ê û bi hedefa dayîna fîdyayan gelek caran girtin û îşkence kirin."

Selam Hisên axivî ku hê jî dagirker û çeteyên wê sûcên koçberkirina şêniyan berdewam dikin, da ku malbatên çeteyan li şûna wan bi cih bikin an jî malên wan vegerînin baregehên leşkerî.

‘GUHARTINA NASNAMEYA ÇANDÎ YA EFRÎNÊ’

Selam Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk li Efrînê sûcên tirkkirinê pêk tîne, ew jî ferzkirina zimanê tirkî, hildana ala tirkî li ser tevahî saziyan, hildana wêneyên Erdogan û wêneyên saziya dewleta Osmanî pêk tê.

Hisên bi lêv kir ku  dewleta Tirk zimanê tirkî di dibistan û zanîngehên herêma Efrînê de ferz kir û bi ser dibistan û zanîngehên xwe ve xist, navên kolan û qadên li bajêr bi tirkî bi nav kirin, jê jî qadên bi navên Erdogan û Osmanî. Nasnameyên takakesî yên sûrî bi yên tirkî guhartin û li şêniyan neçar kir ku wan nasnameyan rakin.

Di dirêjahiya axaftina de Selam Hisên wiha pê de çû: "Dewleta Tirk xêr û bêrên Efrînê bi temamî dizîn, jê jî zeyta zeytûnê. Her wiha li Efrînê zêdetirî 20 milyon darên zeytûnê hene. Zeyta zeytûnê, çawa ku zeyta Tirkiyê ye, li sûkên cîhanê dihat firotin. Ev jî tê wateya ku şîrketên aborî yên cîhanê hevpar in û dagirkirina Efrînê rewa dikin."

‘VEKIRINA DERGEHÊN DI NAVBERA TIRKIYÊ Û EFRÎNÊ DE’

Hisên anî ziman ku piştî dewleta Tirk Efrînê bi temamî dagir kir,dîwarê qutkirina Efrînê ji herêmên cîran lêkir, da ku Efrînê tev li xaka Tirkiyê bike.

Dewleta Tirk a dagirker dergehên nerewa di navbera Tirkiyê û Efrînê de vekirin, da herêmê ji aliyê aborî ve bi xaka xwe ve girê bide. Ev sûc jî mezintirîn sûcên şer in.

‘3 SAL DAGIRKIRIN Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊ DENG E’

Selam Hisên îşaret pê kir ku civaka navneteweyî di gel sûcên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, bê deng e.

Heke dewleta Tirk erêkirina ji dewletên hegamon mîna Rûsya, Amerîka û hwd wernegirta, wê demê nikarî Efrînê dagir bikira. Bi wê re dagirkirina Efrînê bi erêkirina van dewletan û bêdengiya navneteweyî pêk hat.

‘DEWLETA TIRK, DEWLETA BAZIRGAN E’

Selam Hisên piştrast kir ku dewleta Tirk dewleteke xapînok e, bazariyê bi her tiştê li gel xwe dike ku armancên xwe pêk bîne. Dibe ku gelê xwe li ser hesabê gelekî dîtir bifiroşe, herêmekê li ser hesabê herêmeke din bifiroşe. Ji ber dewleteke xapînok û bazaran e.

Ji Selam Hisên hat pirskirin ku, gelo dê siyaseta Amerîkayê ya nû berjewendiyên dewleta Tirk li Sûriyê pêk bîne yan na?, Hisên wiha bersiv da: "Li gorî siyaset û rêveberiya Amerîkayê ya nû, divê tenê berjewendiyên wê li herêmê bimeşinû li gel wê stratejî hene û li ser dimeşe. Ji ber Amerîka ne komeleyeke xeyrî ye ku xwestekên gelê herêmê pêk bîne, ew nehatiye ku gel rizgar bike yan jî dagirkeriyê ji herêmê bi derxe."

Hisên wiha berdewam kir: "Amerîka, hêzeke cîhanî ye û berjewendiyên wê di herêmê de hene. Lê têkiliyên nebaş ên di navber Bedin Erdogan de dibe li gorî berjewendiyên me bin û dibe ku em sûdê di rigzarkirina vê herêmê de jê wergirin."

‘BERXWEDANA QSD’Ê AXAFTINA LI SER CIVAKA NAVNETEWEYÎ YE’

Selam Hisên axivî ku di nava civaka Amerîka û rojavayî de rûyekî baş a berxwedana QSD’ê li dijî terorê û li ser nirxên demokratîk ên ku li herêmê belav dikin hatiye heye. Ew yek jî dê bibe hêmanekî fişarê li rêveberiya Amerîkayê ya nû û bi wê re Amerîka piştevaniya QSD’ê bi awayekî mezin bike, piştgiriya Rêveberiya Xweser bike û bisepîne û dewleta Tirk a dagirker ji herêmê bi derxe.

Selam Hisên wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em kedekê li ser asta dîplomasî û tevahî aliyan didin, da ku dewleta Tirk ji herêmê bi derxin û şêniyên resen li warên wan (Efrîn û herêmên dîtir) vegerînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din