Selman Barûdo: Piştî civînan nirxên kirîna genim hate guhertin

Selman Barûdo destnîşan kir ku piştî gelek civînan, biryara guhertina nirxê kirina genim hate girtin û got, Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li ber keysbaziya bazirganan dê ceh ji cotkaran bikire.

Li ser daxwaza yekitiyên cotkaran û saziyên aborî yên girêdayî Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya guhertina nirxê kirina genim ji cotkaran, Rêveberiya Xweser rêzecivîn bi aliyên têkildar re li dar xist. Di encamên civînan de nirxê genim ku rêveberiyê berê diyar kiribû, hate guhertin, ku berê her kîloyek bi 225 lîreyên Sûrî bû kir 315 lîreyên Sûrî.

Têkildarî biryara buhaya nû ya genim Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser Selman Barûdo ji ANHA`yê re axivî  û got:"Piştî rêzecivînên bi aliyên peywendîdar re nexasim piştî lîreya Sûriyê hemberî dolar daket, buhaya nû ya kirîna genim hate ragihandin .Wekî tê zanîn piraniya şêniyan debara xwe bi hilberîna genim dikin lewma di herêmê de hilberîneke sereke ye."

Têkildarî kirîna ceh Barûdo da zanîn ku Rêveberiya Xweser dê ceh ji cotkaran bikire da ku rê li pêşiya kesybazkirina bazirganan bigire û got, Rêveberî dê her kîloyek ceh bi 150 lîreya Sûriyê bikire.

Hevserokê Desteya Aborî bal kişand ser navendên wergirtinê û got: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 navend ji bo wergirtina genim hatin vekirin, 2 li herêma Cizîrê, yek li Reqayê, navendek li Dêrazorê û navendek li Kobanê.  Wergirtina genim dê 7‘ê Tîrmehê bi teşeya ‘Dukma‘dest pê bike."

Barûdo wiha berdewam kir: " Derbara hejmara navendan de ew bi xwe 22 navend in,  ji bilî navenda Dêrazorê ya ku dê bi tûran genim werbigire, li seranserî herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê wê bi teşeya ‘Dukma ‘bê wergirtin."

 (eh)

ANHA


Mijarên Din