Selman Bin Ebdulezîz: Teqîna bendera Beyrûtê ji ber hegemonya Hizbullahê rû da

Kralê Arabistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz got: “Hizbullah vîna xwe ya siyasî bi zora çek li Lubnanê ferz dike. Em piştgiriya gelê Lubnanê yê ku rastî karesateke mirovî hatiye dikin.”

Selman Bin Ebdulezîz di gera 75`an a lidarxistina Komeleya Giştî ya Neteweyî Yekbûyî (NY) li New Yorkê axivî û got: “Teqîna bendera Beyrûtê di encama hegemoniya Hizbullahê li ser biryara Lubnanê bi zora çek de pêk hat. Lewre divê Hizbullah çekên xwe deyne da ku aramî pêk were.”

Her wiha piştrast kir ku Îranê lihevkirina nuklerî bi kar anî da ku tevgerên xwe yên firehbûnê û avakirina tora xwe ya terorîst ava bike.

(şx)


Mijarên Din