Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê ya 4`emîn bi tevlêbûna 20 hunermendan ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Kobanê dest pê kiribû. Sempozyum 6 roj dom kir û îro bi dawî bû. Lê beşdarên wê xwe amade dikin biçin Qamişlo ji bo ku tev li beşa duyemîn a sempozyumê bibin ku dê wek pêşangeh li sêşema bê li dar keve.
Di 6 rojan de, hunermendan bi dehan tablo xêz kirin piştî ku her yek ji wan mijare hilbijart.
Îro Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Firatê hunermendên beşdar xelat kirin.
(dm/şx)
ANHA