Sempozyumeya şêwekariyê bi xelatkirina şêwekaran bi dawî bû

Sempozyum Rojava ya duyemîn a hunera şêwekariyê di roja şeşan de bi xelatkirina şêwekaran ji aliyê Desteya Çand û Hûnera Herêma Firatê ve, bi dawî bû.

Di 10`ê Gulanê de, di bin dirûşmeya "Vîna welatiyên zeytûnan ji terora we bi hêztir e" Sempozyum Rojava ya duyemîn a hunera şêwekariyê li Kobanê li eywana Newrozê ya li bakurî bajarê Kobanê, destpê kir û îro di roja şeşan de 16`ê Gulanê bi xelatkirina şêwekaran ji aliyê Desteya Çand û Hûnera Herêma Firatê ve bi dawî bû.

Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 şêwekar, jê 12 şêwekarên jin bi rîş û berhemên xwe tevlî sempozyumeyê bûn.

Şêwekaran di sempozyuma de 35 tablo ku êşa jin, koçberiya Efrîn û gelek çîrokên din vedibêjin daliqandin.

Ev tabloyên ku hatine xêzkirin wê 18`ê Gulanê di Roja Şehîdan de li bajarê Qamişlo weke pêşangeh, werin pêşkêş kirin.

Endamê Komîteya Rêvber a Çalakiya Hevdîtina Rojava ya duyemîn a hunera şêwekariyê (Sempozyum) Mûnîr Şêxê diyar kir ku îsal hevdîtin ji sala par baştir bû û got: " Sempozyum bi awayekî baş derbas bû. Me wek şêwekar soz da ku em hevdîtina sêyemîn li Efrînê li dar bixin. Em bi hêvî ne ku gelê me li Qamişlo tevlî pêşangehê bibin."

Li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê, endamê Rêveber a Desteya Çand û Hunerê ya herêma Firatê Rêzan Nehsan spasiya şêwekaran kir û got: " Şêwekar bi rêya rîşa xwe rastiya jiyanê, êşên civakê û kêfxweşî derxistin pêş. Bi şêwekariyê gelek tişt tên şîrove kirin. Berhemên şêwekariyê pîroz in."

Paşê Desteya Çand û Hunera herêma Firatê şêwekar xelat kirin.

Di dawiyê dem şêwekaran tabloyên xwe rakirin û berê xwe dan Qamişlo ta ku beşdarî pêşangeha ku di 18`ê Gulanê Roja Şehîdan were vekirin, bibin.

(şm/om)

ANHA


Mijarên Din