Senaryoya Helebçeyê di heman dîrokê de li Efrînê dubare bû

Sala 2018`an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê de û bi taybet roja 56`an, dagirkeran li dijî sivîlan komkujiyek pêk anî. Ew komkujiyeke herî mezin bû ku di encamê de 30 sivîl hatin kuştin.

ELÎ KEDRO / EFRÎN

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê 58 rojan dewam kir. Dagirkeran şûnwar, dîrok û hemû heyberên Efrînê rûxandin. Di êrîşên xwe de komkujî li dijî mirovahiyê pêk anîn.

Senaryoya Komkujiya Helebçeyê ku di heman rojê de sala 1988`an ji aliyê serokê berê yê Iraqê Sedam Hisên ve pêk hat, dubare bû. Di encama wê de zêdetirî 5 hezar Kurd şehîd bûn.

Di roja 56’an a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê de 16`ê Adara 2018`an, balafirên artêşa Tirk a dagirker li taxa Mehmûdiyê ya navenda Efrînê komkujiyek pêk anî. Di encama wê de zêdetirî 30 kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Ajansa me ANHA`yê navên hindek sivîlên ku di wê komkujiyê de hatine kuştin û birîndar bûne, bi dest xistin. Lê hejmar û navên qurbaniyên komkujiyê bi temamî bi dest nexistin, ji ber ku hindek cenaze di bin kavilan de man.

Navên ku hatin bidestxistin ev in: Meriyem Mihemed (8), Silava Osman (2), Ranî Xelef (15), Rîma Xelef (15), Sêrwan Nasan (8), Gulîstan Hemdûş (7), Seyan Ayid (24), Fatma Osman (55), Hemîda Reşo (60), Erîfa Îbrahîm (31), Emûna Hebeş (39), Emîna Îbrahîm (25), Yara Hemdûş (19), Fadil Yûsif (64), Azad Bozo, Sebrî Midewer, Hisên Ehmed (70), Hisên Betal, Arif Bekir Seydo (54), Ferhad Mihmed (25), Fayiq Xelîl (21), Abdulrehman Reşo (80), Zekeriya Ehmed (60), Abdulwehab Xelef, Hisên Xelef  (35), Omûl Hecî Xelef (55), Mihemed Reşîd Hemdûş (42), Zekeriya Emûrî (40), Hozan Elîko (29), Xelîl Mihemd Xelo (52), Mihemd Hesen Ebdo (35), Welîd Mihemed Mihemed (63) û keça ciwan Evîn Mustefa Xelo.

(bx)

ANHA


Mijarên Din