Senaryoya qanûna 93 li Efrînê dubare dibe

56 sal in rêjîma Sûriyeyê siyasetên xwe li dijî gelê Kurd li Sûriyeyê bedewam dike û niha jî artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê niha bi heman armancan heman siyasetê didomînin. Ev siyaset tunekirina gelê Kurd armanc dike.

QAMIŞLO / EHMED SEMÎR

Hikûmeta Sûriyeyê di 23'yê Tebaxa 1962'an de di serdema serokkomar Nazim Qudsî û serokê Meclîsa Wezîran Beşîr El-Ezmê de qanûna 93 derxist. Îro jî 56'emîn salvegera vê biryarê ye. li gorî vê biryar û qanûnê serjimariyeke nû ji welatiyên Kurd re li herêma Cizîrê tê dest pêkirin da ku nasnameya welatiyan bidin diyarkirin û di encamê de hejmarekî mezin ji welatiyên Kurd bê nasname hatin hiştin û guhertin di sicilên nasnameyan de hatin pêk anîn û li gorî wê gelek welatî ji nasnameyê bê par hatin hiştin û erdên wan jî desteser kirin.

Dibe ku hin kes vê dîrokê weke rojeke normal bigirin dest, lê di rastiyê de di encama vê biriyarê de bi hezaran welatiyên Kurd ji mafên xwe yên sereke bê par hatin hiştin. Li gorî qanûna 93 der heqê van welatiyan de siyaseteke nijadperest hate meşandin.

Li gorî qanûna 93 nasnameya Sûriyeyê ji bêtirî 200 hezar malbatên Kurd hate vekişandin û qeydên wan ên fermî hatin betalkirin. Hin ji van welatiyan weke biyanî bi nav kirin (ango ji derveyî Sûriyeyê hatine) û hin jî bêqeyd hatin nivîsandin û li gorî vê biryarê hemû mal û milkên wan hatin desteserkirin û piştî demekê evan milk radestî welatiyên Ereb ku li herêmê hatine bicihkirin, hatin kirin. her wiha hin ji milkên welatiyan jî weke milkên giştî yên dewletê hatin qeydkirin. Her wiha qeydkirina mal û dukanên van welatiyan jî hate qedexekirin. Her wiha temamkirina xwendina ciwanan di payên zanîngehan de hate qedexekirin.

Gelek armancên qanûna 93 hene, yek ji wan gelê Kurd ji nasnameya wê ya niştimanî bê par bihêle û qeydkirina xanûberan bi navê Kurdan qedexe bike. Her wiha ji mafê xwendinê jî bê par hatin hiştin. Her wiha deriyê karmendiyê li pêşiya wan hate girtin û li rex van hemûyan jî fitneyên mezhebî di navbera Kurd û Ereban de derxistin.

Piştî qanûna 93 çalakiyên înkar û tunekirina Kurdan di Sûriyeyê de bi awayekî hovane hatin meşandin, nemaze siyaseta kembera Erebî ya di salên 70'yî de û şewitandina zîndana Hesekê û serhildana Qamişlo ya sala 2004'an û heta guhertina navên gund û bajarên Kurdî bi navên erebî yên gund û bajarên Filistînê.

Niha heman senaryo li herêma Efrînê bi destên artêşa Tirk tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker ku di 20'ê çileya 2018'an de bi hemû teknolojiya xwe ya leşkerî êrîşî Efrînê kir hewl dide gelê Kurd li vir tune bike. Li hemberî van siyasetên Tirkiyeyê welatiyên Efrînê hêjî berxwedana xwe didomînin û asta berxwedana xwe bilind dikin.

Niha piştî ku herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve hate dagirkirin heman senaryoya ku rêjîma Sûriyeyê dida meşandin li Efrînê dimeşîne. Artêşa Tirk piraniya mal û milkên welatiyên Efrînê talan kirin û şewitandin. Navê gelek gund û qadên sereke yên bajarê Efrînê guhertin. Dewleta Tirk niha li Efrînê siyaseta tirkkirinê dide meşandin û nasnameyên  pênaseyê yên Tirkiyeyê li welatiyên Efrînê belav dike. Li gorî van kartên didin welatiyên Efrînê têde tê nîşankirin ku evan kes biyanî ne.

Dewleta Tirk her wiha gelek deverên dîrokî û şûnwarên Efrînê weke keleha Nebî Horî, perestgeha Endarê hilweşandin. Niha jî qedexe dike ku welatiyên Efrînê bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Li gorî agahiyên rojane artêşa Tirk rojane welatiyan digire û di bin îşkenceyê de wan ji ziman û dîroka wan dûr dixîne.

Li gorî hevpeymana di navbera rêjîma Sûriyeyê û artêşa Tirk de bi sponseriya Rûsyayê bi hezaran malbatên ji seranserî Sûriyeyê yên weke Xota, Deraa, Humis û Helebê anîn û di malên welatiyên Efrînê de bi cih kirin.

ANHA


Mijarên Din