Senatorên amerîkî: Tirkiye çêkirina parçeyên balafirên F-35 didomîne

Senatorên amerîkî diyar kir ku dewleta Tirk hê jî parçeyên balafirên şer ên F-35 çêdike û bi yekê qanûna parastinê ya ku Donald Trump di Çileyê de îmze kiriye, binpê dike.

Li gorî rapora malpera El-Monîtor Pentagon hîna rê dide Tirkiyê ji bo ku parçeyên balafriên şer ên amerîkî ji cureya F-35 çêke. Bi vê yekê qanûna parastinê ya ku serokê DYA’yê Donald Trump di Çileyê de îmze kiriye, binpê dike.

Senator James Lancford û 3 senatorên din nameyek ji wezîrê parastinê Mark Esper re nivîsand û tê de wiha hate gotin: "Mixabin ruxmî qedexeya qanûnî, lê çêkerên (pîşesazên) dewleta Tirk hîna parçeyên bingehîn ên balafiran çêdikin. Em bawer dikin ku pêwîstî bi lezbûnê heye û hêvî dikin xebatên dûrxistina Tirkiyê ji xeta çêkirinê, bi lez pêk bên."

Senator Jane Shaheen, Thom Tillis û Chris Van Holen name îmze kir.

DYA`yê par dewleta Tirk piştî ku Enqereyê pergala parastinê ya moşekan S-400 ji Rûsyayê kirî, bi awayekî fermî ji bernameya F-35 dûr xistibû.

(şx)


Mijarên Din