Sendîkaya Karkeran a Serêkaniyê werşeyên nû ji bo depoyên genim ava kir

Bi armanca destekdayîna karkerên li navedên depoyên genim dixebitin, Komîteya Sendîkaya Karkerên a herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê, werşeyên din lê zêde kirin. Desteya Aborî bi hevkariya Komîteya Karkeran a li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê lîsteya destheqê karkerên di mewsimê de kar bikin, ragihand.

Piraniya karkerên li herêma Serêkaniyê li depoyên genim, bi awayê werşeyên sabit û girêdayî Sendîkaya Karkeran a herêmê kar dikin. Di depoyên genim de, Komîteya Sendîkaya Karkeran a navenda bajarê Serêkaniyê werşeyên din amade kirin. Werşe bi armanca destekdayîna werşeyên sabit ên li navendên depoyên genim ên li herêmê hatin avakirin.

Komîteyê 9 werşeyên din ava kirin û her werşeyek ji 15 karkeran pêk tê ku ji hemû pêkhateyên bajarê Serêkaniyê, ji bajarok û gundewarên ne.

Têkildarî mijarê ajansa me ANHA`yê serdana navenda Sendîkaya Karkeran a li navenda bajarê Serêkaniyê kir. Hevseroka Komîteya Sendîkayê Gulîstan Alî ji ANHA`yê re destnîşan kir ku ji destpêka mewsima çinînê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve, wan  bi armanca alîkariya werşeyên sabit ên di sendîkaya herêmê de cihê xwe digirin, 9 werşe ava kirine.

Gulîstan diyar kir ku hejmara werşeyên sabit gihaştiye 6`an û her werşeyek ji zêdetirî 100 karkerî pêk tê. Her wiha werşeyên din jî ji 15 karkeran pêk tên û li ser navendên depoyên genim ên li herêmê hatine erkdarkirin.

Gulîstan Elî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser ku Desteya Aborî bi hevkariya Komîteya Karkeran a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek der barê destheqê karkerên di mewsima 2019-2020`an de bixebitin, ragihand. Destheq di navbera 100 heta 35 hezarî de ye ku ev jî li cureya bar û hilberînê vedigere.

Hevseroka sendîkayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû karkerên li herêmê kir ku da ku hemû pirsgirêk werin çareserkirin, gilî û daxwazên xwe pêşkêşî komîteya sendîkayê ya bajêr bikin.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din