Şengalî: Yekkbûna du aliyên kurdî nayê wateya pêkanîna yekîtiya Kurdî

Sekerterê Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî got: “Nîqaşa derbarê belge yan nêrîneke siyasî ya Kurdî divê ne tenê di navbera du aliyan  de be. Ji ber partî û saziyên din hene ku divê beşdarî van nîqaşan bibin. Peymaneke di navbera du aliyan de, dê kêm be û rastî gefan bê.”

Piştî însyatîfa Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ku tê de banga yekkirina refa Kurdî dike, êdî kolana Kurdî girîngiyê dide avakirina bingeheke siyasî ya pêwîst ji bo nîqaşkirina yekîtiya Kurdî.

Gelek aliyan pêşwaziya vê însyatîfa yekîtiya kurdî kirin û ji bo pêşxistina nîqaşên di navbera hemû alî û hêzên Kurdî yên herêmê de, piştgirî dan vê yekê.

Têkildarê mijarê, sekerterê Partiya  Wîfaq a Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî di hevpeyvîneke bi ANHA`yê re wiha da zanîn: "Mijara yekîtiya Kurdî li Rojava û Sûriye girîng e. Her  wiha li gorî rewşa cîhanê di sedsala 21`emîn de ku tê texmînkirin bibe serdema demokratîkbûna cîhanê. Ev yek pêwîstî û pêdiviyek e. Li cîhanê gelek pêşketinên siyasî yên wekî jinûve  dîzaynkirina  Rojhilata Navîn, hene. Lewra mijara yekîtiyê pir girîng e."

Şengalî di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û wiha berdewam kir: "Lewra, divê em li cihê xwe û rola xwe di amadekirina bingeheke pêwîst ji bo rola gelê Kurd di guhertinên sedsala 21`emîn de, di ber çav re derbas bikin. Divê em bigihînin hevpeymaneke Kurdî ku bi berpirsiyarên xwe yên parastina mafên Kurdan rabe û cihê wan di nexşerêya nû de diyar bike."

Şengalî dibîne ku divê nîqaşên yekîtiya Kurdan li Rojava bi taybet û li Kurdistanê bi giştî bên pêşxistin û bên şopandin. Her wiha destnîşan kir ku mijara yekîtiya Kurdî di vê demê de, xwendineke nû ya ji tevgera Kurdî li herêmê re ye.

Fewzî Şengalî serbilindiya xwe bi însyatîfa Fermandar Mazlûm Ebdî ya ji bo yekîtiya Kurdan, nîşan da û got: “Gelek tevgerên siyasî yên Rojava piştgiriya vê însyatîfê kirin. Her wiha aliyên navneteweyî wekî Amerîka û Fransayê jî girîngî dan vê gavê. Ev gavek erênî û baş " e.

DIVÊ HER DU ALIYÊN KURDÎ BI LEZ NAKOKIYÊN XWE  ÇARESER BIKIN

Fewzî Şengalî bang li PYD û ENKS’ê kir ku nakokî û pirsgirêkên xwe di navbera xwe de, çareser bikin.

Têkildarî agahiyên ku dibêjin ENKS bi hemû partiyên Kurdî re red kiriye û tenê nîqaşa bi PYD’ê re pejirandiye, Şengalî wiha got: "Daxwaza ENKS’ê ew bû ku tenê bi PYD’ê re li hev bê. Ev yek piştî vekirina nivîsgehên wan û mijarên din pêk hat. Lê di rojên dawî de hat diyarkirin ku nîqaş der barê belge û nêrîneke siyasî ji bo Sûriye û doza Kurdî li Sûriyê, pêk tê."

Şengalî wiha pê de çû: "Nîqaşên têkildarî belge yan nêrîneke siyasî ya bi vê rengî û tenê bi aliyekî re nabe. Ji ber ku heke ji aliyê rewşa neteweyî û niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê li ser nêrîneke siyasî hatibe nîqaşkirin, diviyabû hemû beşdarî wan nîqaşana bûna. Heke ne bi vê rengî be, wê demê dibe peymaneke di navberra du aliyan de (Partiya Yekitiya Demokratîk û ENKS’ê). Bi vê rengî jî dê kêm be û rastî gefan bê."

Şengalî daxuyand ku ji bo parastina yekîtiyê, divê peywendî bi hemû aliyên Kurdî re bê çekirin, da ku bigihînin nêrîneke siyasî ya zelal û dirust ku hemû aliyan digire nava xwe. Ev yek dê piştgiriya  demokratîkbûna giştî Sûriyê bike.

Fewzî Şengalî hêvî kir ku ENKS ji bo pêkanîna yekîtiya Kurdî bi berpirsyariyeke mezintir rabe, wekî ku PYD’ê bi daxuyaniyekê li ser girîngiya beşdarbûna hemû partiyên siyasî yên din di yekîtiya Kurdî de, tekez kiriye.

Sekerterê Partiya Wîfaq a Kurdî li Sûriyê Fewzî Şengalî di dawiya axaftina xwe  de piştrast kir ku bêyî beşdarbûna hemû aliyên Kurdî û tenê bi du partiyên an aliyan, yekitî ne pêkan e û got: “Divê hemû beşên civaka Kurdî beşdarî hevpeymana Kurdî-Kurdî bikin.”

(cx)

ANHA


Mijarên Din