Şengaliyên rizgarkirî radestî Meclisa Şengalê û Weqfa Jinan hatin kirin

Mala Êzidî ya bajarê Hesekê 5 jin û zarokekî 13 salî ku QSD`ê ji DAIŞ`ê rizgar kirinbûn, radestî Meclisa Şengalê û Weqfa Jinan a Êzidî ya li gundê Berzan kirin.

Bi merasîmeke fermî, mala Êzidî 5 jinên Êzidî bi navê Serab Nayîf Îsa, Leyla Xelef Filîd, Ezîze Şemo Xelef, Hediyê Elî Hecî û Qismet Salih Mihemed yên ji destê çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgar kirin û zarokê 13 salî bi navê Qasim Evdo ji gundê Koçer radestî Meclisa Şengalê û Weqfa Jinan a Êzidî kirin.

Merasîma radestkirinê bi gotina endamê rêveberiya Mala Êzidî ya herêma Cizîrê Mehmûd Reşo dest pê kir. Reşo got: “Di destpêkê de em ji Malbatên Şehîdan sersaxiyê dixwazin û spasiya hemû hêzên leşkerî ku bi saya wan sedan jin û zarok rizgar bûn, dikin."

Her wiha cîgira seroka Weqfa Jinan a Êzidî Rîham Hesen spasiya her kesê ku jin û zarokên Êzidî rizgar kirine û radestî welatên wan kirin, kir.

Paşê hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdilxenî Oso wiha got: "Xebatên me berdewam in, heta ku em hemû jin û zarokên Êzidî ên rizgar bûne, radest bikin. Her wiha divê hemû bi hevre tevbigerin da ku em bîrdoziya DAIŞ`ê li herêmê têk bibin."

Di dawiya merasîmê de, jin û zarok radestî Meclisa Şengalê û Weqfa Jinan a Êzidî kirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din