Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê banga hevgirtinê li hêzên kurdî kir

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê komkujiya Til Rifatê ya ku artêşa Tirk a dagirker der heqê zarokan û sivîlan de pêk aniye şermezar kir û bang bang li tevaniya hêzên kurdî kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekê û bi yekrêzî ji bo ku wergirtina rêzdariya tevahiya neteweyan li rex hev du bisekinin û gelê kurd ji azar û kerastan xilas bikin.

Şepela Pêşerojê ya Kurdistanê girêdayî komkujiya hovane yak u artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarokê Tik Rifatê yê kantona Şehbayê pêk aniye bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di encama wê êrişê de 10 sivîl şehîd bûn û 10 din jî birînda bûn. piraniya wan jî zarok bûn.

Şepêlê Pêşerojê ya Kurdistanê di daxuyaniyê de komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên opozîsyonê û artêşa watanî der heqê gelê Kurd û gelên Sûriyê de bi taybet komkujiya îro ya ku li Til Rifatê pêk hatiye û di encamê de 10 sivîl şehîd bûn 8 jê zarok bûn şermezar kir.

Şepêlê di daxuyaniyê de bang li cîhanê kir ku wan kesên hov ên ku qanûnên navdewletî nas nakin, rawestînin. Di radeya yekemîn de Rûsya û Rejîma Sûriyê ya ku mîna temaşeker li qirkirina gelê kurd dinêre berpisrên kirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ne. Her wiha Şepelê destnîşan kir ku tevahiya deste û rêxistinên mafên mirovan berpirsyariya dîrokî werdigirin ji ber ku li hember sûcan û qirkirina nijadî li Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Şehba û tevahiya herêmên dagirkirî bêdeng in.

Şepelê di berdewama daxuyaniyê de fedekariyên şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo parastina gelên Sûriyê silav kirin.

Şepelê di heman demê de bang li tevahiya hêzên kurdî û kurdistanî kir ku van sûcan şermezar bikin û bi hev re kar bikin ji bo ku ji vê êrişê û qirkirina der heqê gel de ji hêla Tirkiyê ve tê kirin xilas bibin. Nakokiyên xwe bidin aliyekê û bi yekrêzî li rex hev du bisekin ji bo ku rêzdariya tevahiya neteweyan bi dest bixin û gelê xwe ji azar û kerasetan xilas bikin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din