Seqemê şitilgehên li Reqayê telef kirin

Seqemê bandor li şitilgehên li gundewarên Reqayê kir û bû sedem ku gelek şitil bi temamî telef bibin.

Cotkarên gundewarên Reqayê her sal şitilgehan amade dikin û tê de tevahiya cureyên şînkahiyên havînê diçînin. Lê îsal ji ber zivistana dijwar û pêlên mijê yên li du hev, şitilên havînê bi temamî telef bûn.

Cotkar Îmad Ebdulezîz der barê mijarê de wiha got: "Pêlên sermayê li du hev çêbûn. Di encamê de şitil bi temamî  telef bûn. Me gelek cure çandin mîna kuse, xiyar û bacanên sor. Lê îro bi awayekî mezin zirar dîtin."

Ebdulezîz destnîşan kir ku lêçûna çandina şitilan gelek bû û 500 dolar ji her donimekê re derbas kir û wiha domand: "Piraniya cotkaran pere ji buroyên çandiniyê bi dolar deyn kirin, ji ber ku lîreyê Sûriyê kêm bûye. Ji ber buhabûna tovên ku ji derveyî herêmê tên, buroyan qebûl nekir careke din pere bi deyn bidin cotkaran."

Girêdayî heman mijarê cotkarê bi navê Hisên El-Tirkî yê ku zirar dîtiye, got: "Îsal piraniya cotkaran zirar dît. Tevahiya şînkahiya telef bûn. Ev jî wê bi awayekî neyînî bandorê li şînkahiyên havînê yên îsal bike. Bihayên şînkahiyan bi berhevkirina şînkahiyên şitlgehan re kêm dibe."

Herêma El-Kesrat li başûrê gundewarên Reqayê pakêta xwarinê ya bajêr tê hesibandin. Zeviyên wê bi sedan hektar dirêj dibin û tê de piraniya cureyên şînkahiyan tên çandin tevî darên berhemdar.

(şx)

ANHA  


Mijarên Din