Şerê artêşa Lîbyayê û hikumeta Wîfaqê gurtir dibe

Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wê yên asmanî depoya teqemeniyê ku komên Wîfaqê yên li ser sînorê rojhilatê bajarê Terhûna rûxand, di heman demê de hêzên hikumeta Wîfaqê bersiv da û herêm û nuqteyên stratejîk ên li derdora bajêr kirin armanc.

Tora El-Erebiye ragihand ku firokeyên hikumeta Wîfaqê ku Tirkiye û Qeter destekê didinê, bersiva rûxandina depoya teqemeniyan roja pêncşemê bi êrîşkirina bajarê Terhûna dan. Tê zanîn ku depoya teqemeniyê da ku êrîşî bajarê Terhûna bikin, amade kiribûn û Terhûna bajarekî girîng ê Lîbyayê ye û di bin serweriya artêşa Lîbyayê de ye.

Di nava çend rojan de dê şerê her du aliyan ber bi bajarê Terhûna ve biçe, ku nêzî 90 km li başûrê rojhilatê paytext Terablusê ye, di vê derbarê de artêşa Lîbayayê roja pêncşemê diyar kir ku hêzên asmanî depoya ku hêzên Wîfaqê li ser sînorê rojhilatê bajarê Terhûna amade kiribûn, rûxandin. Her wiha hêzên Wîfaqê bi firokeyan bersiv da û nuqteyên stratejîk ên li derdora bajêr û herêm kirin armanc.

Di heman çarçoveyê de meclisa bajarê Terhûna bi daxuyaniyekê ragihand ku îro êrîşên asmanî li dijî ewlehiya sivîlan pêk hatin û tê zanîn ku ev ne cara yekê ye ku avahiyên sivîlan dibin armanc.

Di qada hundirîn de hikumeta Wîfaqê hêzên li bajarê Mistrata kom dike û ber bi taxên rojhilatê paytexta Terablus a bajarê Terhûna ve birin û hêzek nû ava kirin û nave "Hêzên Parastina Terhûna" lê kirin. Ev jî nîşana êrîşkariya bajarê Terhûna ye ku navendeke stratejîk a artêşa Lîbyayê ye. Di heman demê de fermandarên artêşê gihandina alîkariyên leşkerî yên nû ji bajêr re ku baregeha Wetenî ya asmanî şandine, ragihand. Tê zanîn ku baregeha Wetenî ya asmanî da ku êrîşên muhteml ên aliyên beramber rawestîne, alîkariyên leşkerî şandine.

Rewşa qadê, gefên Wîfaqê bi behsa operasyoneke nû re, fişarên navdewletî û neteweyî bi her du aliyên dijber ên li Lîbyayê re, ji bo agirbestê û beramberî vê yekê destpêkirina çareseriyên siyasî bi nakok e.

Tirkiye û Qeter destekê didin hikumeta Wîfaq a Wetenî û di vê der barê de tevî biryara navneteweyî ya qedexekirina çandina çekan ji Lîbyayê re, Tirkiê teqemenî şand û artêşa Wetenî ya Lîbyayê şandina firokeyan piştrast kir û diyar kir ku firokeyên Tirkiyê rûxandine û Tirkiyê der barê şandina çeteyên Cebhet El-Nusra de da ku li kêleka hikumeta Wîfaqê şer bikin, tawanbar kirin.

(eh) 


Mijarên Din