Şer di navbera çete û hêzên rejîmê de didome, hejmara qurbaniyan zêde dibe

Duh di encama êrîşa komên çeteyên bi moşekên Grad li ser kampa El-Nerîb a li başûrê Helebê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û li bejahiya bakur û rojava Helebê û taxên Helebê topbaran di navbera her du aliyan de pêk hatin.

Li bajarê Helebê di encama êrîşa komên çete yên li derdora bajêr li aliyên bakur û rojavayê taxên di bin serweriya hêzên rejîmê û topbarana hêzên rejîmê li ser çeteyan de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û şer heta seatên sibehê dewam kir.

Çavkaniyan ji nûçegihanê me re diyar kir ku komên çeteyên di bin serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhe El-Nusra) kampa El-Nerîb a başûrê Helebê bi rokêtên Grad topbaran kir.

Li gorî çavkanî encamên êrîşan a şevê din, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn. Navên sivîlên hatine kuştin wiha ne: Yûsif Mihemed Ebo Heriş (6), Welîd Mihemed Dahûdî (8), Fatimê Riwîn Xetîb (65), Ehmed Farûq Xetîb (38), Mihemed Welîd Dahûwî (34), Emel Fayîz Sixnînî (10), Mehmûd Ehmed Sedî (47), Ehmed Fethî û Ebo Haşim (45).

Komên çete li bejahiya bakur û rojavayê Helebê bi gelek moşekan derdora Qesir El-Beledî li navenda Helebê, derdora dibistana Finûn, derdora mizgefta El-Reîs li taxa Cemîliyê topbaran kirin.

Çavkanî teqez kir ku di topbaranê de 3 sivîlan di nav de jinekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn, di nav de gerînendeyê perwerdeyê birîndar bû û hevjîna wî jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de, dengê ambulansan li hemû bajêr tê bihîstin.

Li bejahiya bakur jî komên girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam ên li bajarokê Indan bajarokê Nibil û Zehraa bi topên hewan û topavêjan topbaran kirin.

Hêzên rejîma Sûriyê jî bi desteka esmanî ya Rûsyayê bi moşekan nuqteyên çeteyan li bajarok û gundên Indan, Hirêtan, Heyan, Kefir Hemra, Kefir Naha bakurê Helebê, Zimar û Cerzaya başûrê Helebê heta seatên sibehê topbaran kir û şer di navbera her du aliyan de rû dide.

Şerê li bejiya Hema û Idlibê

Çavkaniyên ji aliyê bejahiya bakurê Hemayê diyar kir ku komên çete yên di bin banê odeya çalakiyan a hevbeş a Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhe El-Nusra) şerê dijî hêzên rejîmê li bejahiya bakurê Hemayê ragihand da ku herêmên ku ji bin serweriya wan derketin, kontrol bikin.

Li Idlibê jî çavkaniyekî din teqez kir ku balafirên şer ên Rûsyayê 2 caran karwanê Heyet Tehrîr El-Şam li bajarokê Sirqab li Idlibê bombebaran kir.

Her wiha kuştiyên di nav refên çeteyan li bejahiya Hema û Idlibê de gihaşt 20 çeteyan, dema ku çete kom bûbûn, balafirên Rûsyayê ew bombebaran kirin. Di nav çeteyên hatin naskirin de fermandarê Heyet Tehrîr El-Şam Mihemed Casim El-Eqûd û hemû koma wî li herêma El-Hiwêz li Hemayê.

(jo)

ANHA


Mijarên Din