Şerê di navbera çeteyan de berfireh bû-HATE NÛKIRIN

Şerê di navbera çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li Serêkaniyê didome. Dewleta Tirk a dagirker ji bo piştgiriya çeteyên Sultan Murad bike, hêzeke leşkerî ji Girê Spî şand Serêkaniyê.

Çavkaniyên taybet ji bajarê Serêkaniyê ragihandin ku qada şerên di navbera çeteyên Sultan Murad û El-Hemzat de fireh bû û gihaşt bajarokê Til Helef, gundên Eyn Hisan û Keşto ên li başûr rojavayê bajarê Serêkaniyê. Li başûr û rohilatê Serêkaniyê jî şer û topbaran di navbera çeteyan de didome. Gundên ku şer lê hene Um El-Xêr, Ezo Denge û Elûk in.

Çavkaniyan diyar kirin ku di encama şer de bi dehan kuştî û birîndarên her du aliyan hene. Dengê ambulasan ji nuqteyên şer tên.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo piştgiriya çeteyên Sultan Murad bike, hêzeke leşkerî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî rêkir Serêkaniyê.

Şer di saet 15:45`an de di navbera çeteyan de derket. Di encamê de jinekî jiyana xwe ji dest da û zirar gihaşt milkên sivîlan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din