Şer li gundewarê Idlib û Helebê gur dibin û nîşaneyên lihevkirinên biguman

Di hefteya dawîn de gelek geşedanên mezin li Sûriyê çêbûne û lihevkirinek biguman di navbera rejîma Sûriyê û dewleta Tirk de pêk hatiye. Wek encama wê lihevkirinê, şer gurtir bûye û hejmarek mezin ji sivîlan li "Herêmên bêçek" bûn qurban.

Di hefteya dawîn de piştî civîna di navbera her du aliyan de Sûriyê bi nûnertiya serokê buroya ewlekaiya neteweyî Elî Memlûk û serokê istixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan bi sponserî û beşdarbûna rayedarên Rûsî li Moskovayê di 13`ê Çileya 2020`an de, li "Herêmên bêçek" li her du gundewarên Heleb û Idlibê  şer gurtir bû.

Aliê Sûriyê ji Tirkiyê teqez kir kudivê ji serdestî, serxwebûn û yekitiya axa Sûriyê re rêzdar be. Hêzên Tirkiyê ji tevahiya axa Sûriyê yekser vekişin.

Mememlûk ji hikumeta Tirkiyê xwest ku sozên ku li gorî lihevkirina Soçiyê girêdayî Idlibê dane bîne cih, herêmê ji terorê vala bike, çekên giran ji herêmê derxîne û rêyên Heleb-Lazîqiye û Heleb-Hema vebike.

Piştî civînê bi du rojan wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu daxuyanî da û tê de bang li komên opozîsyona Sûriyê kir ku xwe amade bikin ji bo ku xwe ji rejîma Sûriyê biparêzin. Her wiha diyar kir ku çareseriyên siyasî girêdayî Idlibê bi binketine di nîşaneyekê de ku lihevkirinek biguman girêdayî çaranûsa Idlibê heye.

Tevî agirbestê lê piştî civîna Memlûk û Fîdan û daxuyaniyên Çawîşoglu êrişên leşkerî û bombebaran bi dijwarî ji nû ve destpê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di roja duyamîn a agirbestê de teqez kir ku her du aliyan agirbest binpê kirin. Hêzên rejîma Sûriyê bajarê Marat El-Numan, Masaran, Dêr rojhilat, Dêr rojava, Marşorîn, Keferbasîn, Tilmesîn, Hamdiye, Teqane, Barabo, Hentûtîn, Rikaya, Marşemşeme, Banîla, Hîş li gundewarê Idlibê, bajarokê Cizraya li başûrê gundewarê Helebê, Hiwêce, Ankawî, Wecb Silêman li bakurê gundewarê Hemayê topbaran kirin. bi vê yekê hejmara êrişên bejahî yên hêzên rejîmê Sûriyê  gihaştin zêdetirî 170 top û moşekan.

Her wiha komên cîhadî bi 19 topan taxên Mesekên Sebîl, Kolana Nîl, Şehba Nû, Xalîdiye li rojavayê bajarê Helebê yên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de kirin hedef.

Her wiha navendê şerên yekser di navbera her du aliyan de li gelek eniyan li Til Newawa li Çiyayê Turkman li bakurê gundewarê Lazîqiye û xeta Circenaz li rojhilatê gundewarê Idlibê belge kirin.

Topbaran û bombebarana hêzên rejîma Sûriyê û Rûsya di roja çaremeîn piştî ragihandina agirbestê de berdewam e. Di encamê de bi sedan sivîl bûn qurban û gelek komkujî di bomberbarana hawayî de pêk hatin. Navendê ew komkujî belge kirin. Ew hemû nîşaneyên pêkhatina lihevkirinek veşartî di navbera Tirkiyê, Rûsya û Sûriyê de girêdayî çaranûsa "Herêmên" bêçek in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din