‘Şerê li Lîbyayê dibe ku Sûdanê bike cihê DAIŞ û El-Qaîdeyê’

Endamê Meclisa Serweriya Demkî ya Sûdanê Yasir El-Eta ragihand heke şerê li Lîbyayê berdewam bike, muhtemel e welat bibe cihê vehewandina çeteyên DAIŞ û El-Qaîdeyê.

Ajansa Nûçeyan a Sûdanê diyar kir ku Yasir El-Eta got bûyerên li Lîbyayê diqewimin cihê mixabiniyê ne û bandor, gef û reaksiyonên wê dê li dewletên cîran jî belav bibin.

El-Eta git kom, milîs, çete û komên fermî yên li tevahiya cîhanê niha li Lîbyayê şer dikin û hêzên çekdar û piştgiriya lezgîn parastina sînorê Sûdanê-Lîbyayê dikin û çavdêriya gefên li ewlehiya welat tên xwarin, dikin.

Yasir El-Eta daxuyand ku têkildarî hêzên hevbeş ên parastina sînor hevpeyman di navbera Lîbya û Sûdanê de heye, lê hêzên Lîbyayê ji ber rewşa ewlehiyê vekişiyan û hêzên Sûdanê parastina sînor dikin.

Berdevkê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên Sûdanê Adim Mihemed Ehmed Salih roja pêncşema derbasbûyî kişf kir ku hêzê 12’ê Hezîranê komeke ji 80 kesan pêk dihat, kontrol kir, ji wan du kes ji Sûriyê bûn û berê wan li nuqteyên hêzên şerker ên li Lîbyayê bû.

Salih da zanîn ku komeke din jî ku ew jî ji 80 kesan pêk dihat, di 15`ê Hezîrana derbasbûyî de dema berê xwe dabû Lîbyayê da ku li wir bi çeteyan re kar bikin, kontrol kirin.

(eh)


Mijarên Din