Şerê li Qerebaxê; dewleta Tirk li ku derê be, alozî li wir heye

Vê sibehê li ser sînorê di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de, şer rû da. Her wiha Azerbêcanê êrişî herêma Qerebaxê kir.

Vê sibehê Ermenistanê ragihand ku Azerbêcanê êrişî herêma Qerebaxê kir, her wiha 2 helîkopter û 3 firokeyên bêpîlot ên Azerbêcanê rûxandin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nikola Paşinyan vê sibehê wiha got: "Dijmin dest bi êrişa ber bi Qerebaxê ve kir, her wiha artêşê rewşê kontrol kiriye."

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê daxuyand ku hêzên wan 2 helîkopter û 3 firokeyên bêpîlot ên Azerbêcanê rûxandin ku tê de endamên fermandariyê yên Azerbêcanê hebûn.

Ji aliyekî din ve jî Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê da zanîn ku Ermenistanê êrişeke dijwar li dijî nuqteyên artêşa Azerbêcanê û bajarokên li nêzî xeta şer pêk aniye, di encamê de kuştî û birîndarên sivîl hene.

Wezareta Parastınê ya Azerbêcanê diyar kir ku artêş bersiva wê yekê dide û rewş kontrolkirî ye.

Li ser rûpela xwe ya Facebookê serokkomarê Ermenistanê Arayk Arutyunyan peyamek belav kir û wiha tê de hat gotin: "Li gorî rewşa heyî, civîneke awarte ya meclisa nîştimanî hat lidarxistin. Di axaftina xwe de min got, min rewşa şer û seferberî ji bo kesên ewrê wan 18 sal derbas kiriye, ragihand."

Di demekê de ku dewleta Tirk hêzên xwe derbasî Azerbêcanê kirine, nakokî dîsa derketin. Her wiha berdevkê serokatiya Tirkiyê Îbrahîm Kalin wiha got: "Em êrişa Ermenistanê ya li dijî Azerbêcanê şermezar dikin. Ermenistanê bi rêya êrişa li ser herêmên şêniyan agirbest binpê kir û dîsa eşkere kir ku li dijî aştî û aramiyê ye."

Rûsyayê helwesta xwe ji vê yekê re nîşan da, her wiha îro cîgirê yekemîn ê serokê kar û barên navneteweyî ya meclisa yekitiya rûsî Vladimir Jabbarov got divê aliyên binakok ên li Qerebaxê agirbestê pêk bînin û li ser maseya dan û standinan bicivin.

Herî dawî di Tîrmehê de her du alî têkildarî herêma Nagornî-Qerebax a çiyayî bi hev ketibûn. Di encamê de 7 leşker û sivîlek ji Azerbêcanê û 2 leşkerên Ermenistanê hatibûn kuştin.

Dewleta Tirk bi lez xwe tev li nakokiyê kir. Wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar got welatê wî dê piştgiriya Azerbêcanê li dijî Ermenistanê bike. Ev yek piştî civîna Akar a online bi serokê desteya leşkerî Yaşar Guler û hinek fermandaran re pêk hat.

DEWLETA TIRK ÇETEYÊN XWE DIXE TEVGERÊ

Dezgehên çapemeniyê yên ku agahiyên xwe dispêrin çavkaniyan ji Efrînê ku dewleta Tirk dagir kiriye, got îstixbarata dewleta Tirk dest bi qeydkirina navên çeteyan kiriye, bi taybet çeteyên komên Tirkmen da ku derbasî Azerbêcanê bike û li rex Azerbêcanê li dijî Ermenistanê şer bikin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di daxuyaniya xwe ya 24`ê Îlonê de got dewleta Tirk derdora 300 çeteyan, piraniya wan ji çeteyên Sultan Murad û Emşat in, ji bajarok û gundên herêma Efrînê veguhastine bakurê Helebê û ji wan re hatiye gotin ku dê biçin Azerbêcanê.

Li gorî SOHR`ê fermandarên artêşa Tirk a dagirker, çeteyan girêdayî sedema çûyîna Azerbêcanê agahdar kirine û ew jî parastin nuqteyên sînor li bermaberî hezar û 500 heta 2 hezar dolarî ye.

SALÊN RAGEŞIYÊ

Desthilatên Yekitiya Sovyetê sala 1921`an herêma Qerebaxê ya ku piraniya niştecihên wê Ermen û Kurd bûn, tev li Azerbêcanê kir. Lê vê herêmê sala 1991`an bi desteka Ermenistanê serxwebûna xwe îlan kir.

Piştre şerek rû da di encamê de 30 hezar kes hatin kuştin û bi sed hezaran jî koçber bûn. Ruxmî lihevkirina agirbestê sala 1994`an bi navbeynkariya Rûsya, Amerîka û Fransayê  bi navê Koma Minsk, lê rageşî hîna berdewam e.

Ermenistan ji ber qirkirina Împaratoriya Osmanî li djiî milyonek û nîv milyon Ermenan di şerê cîhanê yê yekemîn de, dijminahiya wê dike.

Li gel ku Rûsya têkiliyên xurt bi Ermenistanê re ava dike, çekan difiroşe her du aliyan jî.

ANHA


Mijarên Din