Şer li Teizê û Hûsî êrîşî cihên balafirên şer ên Koalîsyona Erebî kir

Kuştî û bi dehan birîndar ji her du aliyên dijber di şerê li parêzgeha Teizê de hene. Her wiha Hûsiyan raber kir ku êrîşî cihên balafirên şer li Cîzana Erbistan Siûdiyê kiriye.

Parêzgeha Teizê ya li başurê rojavayê Yemenê rastî êrîş û topbaranên dualî yên koma Ensarullah El-Hûsî ya bi piştgiriya Îranê û artêşa Yemenê ya bi piştevaniya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erbistana Siûdiyê, hatiye. Ew jî piştî artêşa Yemenê operasyona leşkerî ya roja înê li Teizê dest pê kiriye, hat.

Di vê çarçoveyê de hêzên Hûsî raber kir ku gelek kuştî û 21 birîndar ji artêşa Yemenê di encama topbarana li parêzgeha Teizê de hene.

Kanala El-Mesîra Nêt a berdevka Hûsiyan ragihand ku topavêja wan kombûyînek a Tûgaya 22’yan a Mêka li bajarê Teizê bombebaran kiriye û di encamê de 5 kuştî û 16 birîndar hene.

Li gorî çavkaniyên ku ji Spûtnîkê re ragihandiye, koma Ensarullah El-Hûsî kombûyîna leşkerî ya nêzî peymangeha bilind li herêma Esêfre ya bakurê Teizê bi roketan hedef girtiye û bûye sedema kuştina serbazekî û 3 leşkerên dîtir.

Çavkanî îşaret pê kir ku artêşa Yemenê karî serweriya stasyona El-Cehîm û avahiyên derdorê ku ji girîngtirîn parastinên hêzên Ensarullah El-Hûsî ye, bikira.

Li aliyekî din jî, hêzên Hûsî da zanîn ku roja yekşemê balafireke keşfê ku girêdayî hêzên Koalîsyona Erebî ye, li Cîzanê ya bakurê rojavayê Erebistan Siûdî, xistiye xwarê.

Kanala El-Mesîra Nêt da zanîn ku çekên hewayî yên hêzên Hûsî êrîş bi firokeyê bêpîlot bir ser cihên balafirên şer li balafirgeha Cîzana Erebistan Siûdiyê li nêzî sînorê Yemenê kiriye.

 (fr)


Mijarên Din