Şer li Uden gur dibe û daxwazên rawestandina çalakiyên leşkerî

Li Uden a başûrê Yemenê şer dijwar dibe. Sekreterê giştî yê NY`yê bang li aliyên şer kir ku çalakiyên leşkerî rawestînin û derbasî diyaloga çareseriyê bibin

 Skynewsê ragihand ku şer di navbera hêzên parastina serokatiyê û kembera ewlehiyê de li herêmên cuda li bajarê Uden ê başûrê Yemenê de bilind dibe. Her wiha çavkaniyên ewlehî û tenduristiyê tekez kir ku kuştî û birîndar di şerê li derdora baregeha Lîwa El-Rabî ya li herêma Lihûm a midûriyeta Dar Sead rû dide.

Şer li midûiyeta Xûr Mikeser berfirehtir bû û dengê teqînên dijwar hate bihîstin.

8 sivîl hatin kuştin

Her wiha Ruetersê ji çavkaniyên tenduristiyê roja înê ragihand ku herî kêm 8 sivîl li Udenê di çalakiyên leşkerî yên li bajêr de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyekê de sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li aliyên şer kir ku derbasî diyaloga çareserkirina nakokiyan bibin, her wiha fikarên xwe ji şerê giran anî ziman û bang li aliyên şer kir ku çalakiyên leşkerî bidin rawestandin. 

Li aliyekî din jî kombûna erebî bi daxuyaniyekê roja înê bang li aliyên şer ên li Yemenê kir ku agirbestê ragihînin, di demekê de ku nakokî li bajarê Udenê didome.

Hemû aliyên daxwaza agirbestê û banga diyalogê ji bo bidawîkirina nakokiyan kir û bi hev re mîsogeriya rewatiya li welêt bikin û zehmetiyên gelê Yemenê bi dawî bikin û her wiha parastina yekbûna welêt bikin.


Mijarên Din