Tevgera leşkerî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê êdî ket qonaxa metirsiyê, nexasim ku Rûsya çekên nukleer ên taktîk li Belarûs bi cih kirin û ji peymana rêgirtina li ber belavkirina çekên klasîk li Ewropayê jî derket. Hemwextî vê jî Amerîka û dewletên rojavayî bi tonan çekên nûjen dişînin Ukraynayê. Gelo Rûsya dê çekên nukleer bi kar bîne û dê şerê di navbera Rûsya û rojava de bigihêje çi astê?
Akademîsyen û profesorê têkiliyên siyasî yê ji Misirê Husam Farûq diyar kir ku Rûsya dikare di 2 rewşan tenê de çekên nukleer bi kar bîne û got: "Yek; dema ku Amerîka û Ewropa çekên nukleer bidin Ukraynayê, hingî wê Rûsya jî dê çekên nukleer bi kar bîne. Dê encamên vê yekê li herêmê û cîhanê xirab bin. Ya dudiyan jî; dema ku Amerîka û dewletên rojavayî çekên klasîk bidin Ukraynayê, dê Rûsya dibîne ku ew çek metirsiyê li ser hebûna wê çêdike, ji ber vê yekê dê Rûsya di bikaranîna çekên nukleer de dudilî nebe. Cîgirê serokê Konseya Ewlekariyê ya Rûsyayê Dmitriy Medvedev gelek caran amaje bi bikaranîna çekên nukleer kiriye."
Farûq destnîşan kir ku Rûsya çekên taktîk ên nukleer li Belarûs bi cih kirin û di Nîsana borî de leşkerên Belarûs li ser bikaranîna wan çekan perwerde kirin, her wiha di Gulana borî de Rûsyayê ragihand ku 10 balafirên Belarûsê yên amade hene da ku çekên nukleer lê bar bikin.
Farûq wiha domand: "Çekên taktîkî yên nukleerî zirarê digihînin noqteyekê ne û nagihîne herêma derdorê û bergeha wê 500 kîlometreyên bejayî û 600 kîlometreyên avî û hewayî ye. Dibe ku Rûsya çekên nukleer ên taktîkî bi kar bîne ji ber ku şerê li Ukraynayê berevajî plana hatibû amadekirin dewam dike, dibe ku ji deh salan bêhtir jî dom bike, şerê li Bakhmutê jî wê yekê piştrast dike."
Farûq diyar kir ku pirsgirêka di şerê Ukraynayê de ew e ku NATO û dewletên rojavayî destekê didin Ukraynayê û got: "Ev şer şerê hebûnê ye. Eger ev şer raweste jî dê wek xwe bimîne anku Ukrayna dê nikare deverên ku Rûsyayê ji wê girtine, vegerîne. Ukranya dê bi aştiyê razî bibe. Rûsya dê bi carekê paşve neçe ji ber ku ev şer ji bo wê şerê hebûnê ye."
Profesorê lêkolînên Rojhilata Navîn ê Zanîngeha Shanxi Çînê û lêkolînerê Zanîngeha Exeter ya Brîtanyayê Sêvan Seîd diyar kir ku şerê Rûsyayê şerê li dijî hegemonyaya rojavayiyan e û dibe ku gelekî zêde dirêj bike û encamê wî şerî li Ukraynayê sînordar nemîne.
Seîd wiha domand: "Ji sala 1991'an ve û ji dema hilweşîna Yekitiya Sovyetê ve me tu hêz û çekên nukleer derveyî sînorê Rûsyayê nedîtin. Rûsya êdî metirsiya hegemoniya rojavayî ya li ser wê nas kiriye. Bicihkirina çekên nukleer li hundirê Belarûs tê wateya ku ew dixwaze eniyekî nû yê şer ber bi Polonya, Letonya û Lîtvanya ve veke ku ew jî 3 endamên Yekitiya Ewropayê û NATO'yê ne."
Seîd destnîşan kir ku Rûsya êdî sînorê xwe yê leşkerî û siyasî yê nû bi hevkariya Çînê xêz dike û her wiha di hemû qadên siyasî, leşkerî û aborî de dest bi rikberiya li dijî rojava kir.
(mh)
ANHA