‘Şerê taybet dê bi zanabûn û yekîtiyê têk biçe’

Endamê damezrîner ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Abdullxefûr El-Xelef got: “Hembêzkirina dewleta Tirk ji komên çete re rewşa Sûriyê xirab dike. Şerê taybet ê ku dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, dê bi zanebûn û yekîtiya pêkhateyan têk biçe.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker hinek herêmên Sûriyê dagir kir, bi gelek şêwazan şerê pêkhateyên herêmê dike. Yek ji wan rêbazan a herî qirêj jî şerê taybet e. Armanca meşandina şerê taybet, civak parçekirin û bêexlaq hiştin, di nava pêkhateyan de tevlîhevî avakirin e. Her wiha dewleta Tirk hewl dide aloziya Sûriyê dirêj bike da ku berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî ku ne li gorî pîvan û nirxên exlaqî û civakê ne, pêk bîne.

Endamê damezrîner ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Abdullxefûr El-Xelef derbarê destwerdanên Tirkiyê ji Sûriyê, guhertina şêwazên destwerdanê li gorî dem û cih ji ANHA`yê re axivî.

Abdullxefûr El-Xelef di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk avê weke çekekê li dijî herêmê bikar tîne. Heman demê de ajanên xwe dike leşker, şebekeyên fihûşê diafirîne, bazirganên madeyên hişbirê bikar tîne. Bi bê yekê civakê parçe dike û ciwanan ji rê derdixe da ku weke amûrekî bikevin xizmeta istixbarata Tirk. Bi vî şêweyî dixwaze projeya xwe ya dagirkeriyê bidomîne.”

Abdullxefûr El-Xelef axaftina xwe wiha dewam kir: “Dewleta Tirk ji destpêka aloziyê de kaxezên Sûrî tevlî hev kir û li gorî berjewendiyên xwe li ser xaka Sûriyê bikar anî. Dewleta Tirk ji komên çete re bûye hembêzek ewle. Ew çete di şerên ku derxist de bikar tîne. Dewleta Tirk li Lîbyayê şer derxist û çete di şerê xwe de bikar anî.”

Abdullxefûr El-Xelef destnîşan kir ku Hêzên Ewlekariya Hundrîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek şaneyên dewleta Tirk ên fihûş û bazirganên hişbirê, girtin.

Abdullxefûr El-Xelef di dawiya axaftina xwe de got: “Em bang li şêniyan dikin ku bi hêsanî li tevlîheviya civakî ne nihêrin, yekser gilî bikin û pilanên dewleta Tirk têk bibin. Divê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê pilanên dewleta Tirk ku dixwaze bi şêwazên herî qirêj pêk bîne, hişyar bin. Ji ber yekîtî û zanebûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê şerê Tirkiyê yê taybet têk bibe. Ti berjewendî di navbera dewleta Tirk a faşîst û gelê Sûriyê de tine ye ji bilî ku dewleta Tirk dixwaze tevahî Sûriyê hilweşîne."

(bx)

ANHA


Mijarên Din