Şerê taybet ê li dijî  Bakur û Rojhilatê Sûriyê !

Hêzên ku hewl didin armanc û berjewendiyên xwe bi cih bînin, êdî li kêleka şerê leşkerî rêbazek din jî bikar tînin. Di salên dawî de rêbazeke nû ya bi navê "Şerê taybet" bikar tînin. Tirkiyê di êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şerê taybet bi kar tîne.

Di dirêjahiya serdema mirovahiyê de, sistemên kapîtalîst û dagirker gelek rêbazên şer bikar tînin. Ji şerê leşkerî bigre, şerê aborî û doplomatîk. Herî dawî jî şerê taybet anku şerê nazik ku di serdema me de zêdetir li pêş e.

Têkildarî şerê taybet, sedem, çawaniya pêkanîna wê û encamên wê, endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen ji ANHA'yê re axivî.

AMÛRÊN ŞERÊ TAYBET Û SEDEMÊN WÊ

Cahid Hesen diyar kir ku ragihandin wesîleya sereke ye ku di şerê taybet de tê bikaranîn, şerê taybet şerekî nerm e, armanca wê mejî ye, moral û rihê mirov kontrol dike.

Têkildarî sedemên hilbijartina şerê taybet, Hesen ev tişt got: "Du sedemên sereke yên hilbijartina vî şerî hene. Yek, leşkeran raste rast beşdarî şer nakin. Ji ber ku dewletên rojavayî an hêzên kapîtalîst dixwazin cîhanê serwer bikin, bêyî ku leşkerên xwe winda bikin. Heger leşkerên dewletekê hatin windakirin dê civak dewletên ku bûne sedema windabûna wan pêşwazî neke. Sedema duyemîn jî gelek pere neyên xerçkirin. Dibe ku şerê taybet û yê leşkerî bi hev re werin meşandin. Beriya ku balafireke şer cihekî bomebaran bike destpê deng derdixîne da ku xelkê bitirsîne, tirsandin jî rêbazekî şerê taybet e."

LI DIJÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ŞERÊ TAYBET

Di destpêka Şoreşa Rojava de û rizgarkirina gelek herêmên bakurê Sûriyê ji hikumeta Sûriyê, gelên herêmê rêveberiya xwe û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Pê re jî komên çete êriş anîn ser van herêman.

Cahid Hesen destnîşan kir ku gelên herêmên êrişên leşkerî şikandin, li ser vê yekê hin alî li dijî gel şerê taybet xistin dewrê. Hesen  axaftina xwe wiha domand: "Beriya avabûna Hêzên Sûriyê Demokratîk, me dît di gelek kanalên televîzyonê yên Rojhilata Navîn de navê hêzên parastina kurdî li Yekîneyên Parastina Gel dikirin. Ev ne şaştiyek bû, lê bi zanebûn dihat kirin. Armanca van hewldanan ew e ku hesasiyetê di navbera Kurd û Ereban de çêbikin û fitneyê di navbera pêkhate û olên herêmê de biçînin. Deriyên sînor bi Tirkiyê re, an herêma başûrê Kurdistanê an jî rejîmê girtin. Da ku peyamekî  bidin xelkê û bêjin ku tevî serkeftinên leşkerî û rizgarkirina herêmê ji DAIŞ'ê nikarin xwe bi rêve bibin."

Endamê rêveber ê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Cahid Hesen bi bîr xist ku Tirkiyê destek da terorê û bi gelek rêbazan şerê herêmê kir, jê rengekî nû da hêzên li herêmê û rengê kurdiyatî da rêveberiyê. Gelo ma gunehê kurdan ew bû ku herêm ji DAIŞ'ê rizgar kirin?"

Hesen destnîşan kir ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên wê dikarî di xendeqekê de li hemberî Tirkiyê, terorê û aliyên ku hewl didin têkiliya xurt a di navbera pêkhateyên gel de têk bibin, sekinîn.

Cahid Hesen di berdewama axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk niha avê li ser bajarê Hesekê û çemê Firatê qut dike. Dixwaze zextê li gelê herêmê bike. Gel li şûna ku bi mijarên rêxistinî, siyasî û rêveberî mijul dibe, behsa pirsgirêka avê dike. Ev yek ji rêbazên şerê taybet e dixwaze gel ji doza wan a rasteqîn an çarenûsî dûr bixe."

HIŞYARTÎ PÊWÎST E

Cahid Hesen destnîşan kir divê gelên herêmê ji şerê taybet were hişyarkirin, divê were zanîn ku hişbirî, cins, per, tevna civakî, rêzefîlm û lîstok di şerê taybet de têne bikaranîn û got: "Her tim hewl didin mejî û morale ciwanan xirab bikin, ji ber ku ciwan dînamîka şoreşan e. Lewra sîstemên kapîtalîst dema dixwazin civakekê kontrol bikin di serî de ciwanan dikin hedef."

Hesen îşaret bi pêwîstiya hişyariya ji bo bikaranîna înternêtê kir û got: "Amûrên tevna civakî cîhan kiriye mîna gundekî biçûk. Di malbatekî de parçebûn çêkir û ferdên malbatê ji hev dûr xist. Dijmin bi şev û bi roj kar dikin da ku destkeftiyên pêkhateyên gelên herêmê têk bibin. Divê em dest bidin hev û bi hêz û rêveberiya xwe re bin. Destpêka şoreşê me çawa kir, divê em wisa bikin ji bo zarokên xwe û pêşeroja wan kar bikin. Hêza me ya têkoşînê û moralê me gelekî xurt e. Lê heke em hevgirtî nemînin wê şer destekftiyên me têk bibe."

ANHA


Mijarên Din