Şer û topbaran li herêmên qaşo “Bêçek”

Li herêmên qaşo bêçek topbaranên dijwar ji hêla balafirên Rûsya li ser bejahiyên Idlibê û Hemayê û di navê de jî şer di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de di roja xwe ya 13’emîn de bê navber didome.

Hêzên rejîma Sûriyê û balafirên şer ên Rûsyayê êrîş li dijî herêmên qaşo bêçek di roja 13’emîn de bê navber didomînin. Di vê çarçoveyê de duh balafirên Rûsyayê gelek bombebaran li herêmên bajaroka Hibêt, gundê Şêr Mixar ê ku nuqteya kontrolê ya Tirk lê heye, pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan, di dirêjahiya 13’emîn roj de balafirên Rûsyayê 20 êrîş pêk anîne. 6 li Şêr Mixa, 4 li Hibêt, 4 li Mîdan Xezal a Çiyayê Şehşebo û 2 jî li Kefir Eyn, Medaya û Haya yên bejahiya başurê Idlibê.

Li aliyekî din jî helîkoptêrên rejîma Sûriyê gelek bermîlên teqemeniyê avêtin herêmên bajarokê Hibêt û gundên Sehriya û Um Zeytûne yên bejahiya başurê Idlibê û bi wê re jî hejmara bermîlên ku li bejahiyên Hema, Laziqiyê û Idlibê ve hatine avêtin, bûn 58.

Helîkopterên rejîma Sûriyê 14 bermîl avêtin ser Kebane û 2 bermîl jî avêtin Abdîn, Şêx Mistefa, Um Zeytûn, Sehriya û Sermaniyê li Sehil El-Xab.

Di roja bilindbûna şer a 13’emîn de, di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk li devera Bab El-Taqa ya Sehil El-Xab a bejahiya bakur rojavayê Hemeyê şerên dijwar rû dan. Her wiha hêzên rejîmê herêmên bajarokê El-Letamine yê bejahiya bakurê Hemayê bi 135 moşekan topbaran kir.

(fr)


Mijarên Din