Şer û topbarana li herêmên bêçek berdewam e

Topbaran û bombebarana li herêmên "Bêçek" di roja 28‘an de didome. Balafirên hêzên rejîmê gundewarên Hema û Idlibê bombebaran kirin,di encamê de hejmarek sivîl hatin kuştin.

Hejmara êrîşên hawayî yên Rejîma Sûriyê li dijî herêmên "bêçek" gihaşt 78 êrîşan. Balafirên şer El-Hibêt bi 23, Xan Şêxûn 13, Meerêt Herme 14, Kebenê 8, Şêx El-Mistefa 6 û bi du êrîşan deverên El-Bare, Batinte, Ehsem, Eblîn, Kefer Iwêd, El-Niqîr û Merzîrta kirin hedef.

Her wiha hejmara bermîlên teqemeniyê yên ku balafirên Rejîma Sûriyê ji berbangê vê sibehê ve avêtiye ser herêmê gihaşt 70 bermîlan; jê 20 li El-Hibêt, 12 Xan Şêxûn, 11 Şêx El-Mistefa, 10 Meerêt Herme, 9 Kebene û du bermîl li El-Sermeniye, Merzîta, Kefersence û Hîş ketin.

Hejmara top û fûzeyên ku Rejîma Sûriyê  ji duh derengî şevê û heya vê kêliyê gihaşt zêdetirî 225. Rejîmê gundewarên Hema û Idlibê tevî gundewarê Lazîqiye û Helebê kirin hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ji destpêka operasyona li herêmên "Bêçek" ji 30‘ê Nîsanê de heta 26‘ê Gulanê ve 817 kes hatin kuştin.

(şx)


Mijarên Din