Serçete Ebû Yezen El-Şamî ji girtîgeha Raî hate berdan

Serçeteyekî DAIŞ`ê yê bi navê Ebû Yezen El-Şamî di girtîgeha navendî ya bajarê Raî de bû ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kiriye û serbest hate berdan.

Ebû Yezen serçeteyekî çeteyên DAIŞ`ê ye, li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyê bû û 4 salan di nava çeteyan de mabû. Beriya salekê kete girtîgeha navendî ya bajarê Raî ya bejahiya bakurê Helebê ku ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, serçete serbest hate berdan lê nayê zanîn bê ka li ku derê bi cih bûye.

Piştî proseya radestkirin û wergirtina di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê de, artêşa Tirk 18’ê Tebaxa 2017`an bajarê Raî dagir kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din