Serdana Akar ji Iraqê re...Hewldana ferzkirina rewşeke nû û êzidî di xetereyê de ne

Gerînendeyê Navenda Kurd a Bêsînor da zanîn ku dewleta Tirk bi demê re ketiye pêşbirkê û dixwaze rewşeke nû ferz bike, lê rojnamegerê êzidî piştrast kir ku kompoloyeke nû li dijî Şengalê heye.

Ji nişka ve û di demekê de gelek nîşan bi xwe re anîn, berpirsên dewleta Tirk, di serî de wezîrê parastinê Hulusî Akar û serokerkan Yaşar Guler, di 18’ê vê Çileyê de serdana Bexda û Hewlêrê kir.

Tevî gotinên çapemeniya Iraqê û çapemeniya PDK’ê yên li ser têkiliyên aborî, hevkariya leşkerî û ewlehiyê, lê çavdêr dibînin ku ev serdan komplo ye.

Girêdayî mijarê, gerînendeyê Navenda Kurd a Bêsînor Kadar Pîrî wiha got: "Ev serdan bêyî agahiya çapemeniyê yan jî bêyî planan û ji nişka ve pêk hat. Lê bê guman ev temamkirina serdanên berê ye, çi ji serdanên rêveberên Iraqê ji Tirkiyê re yan jî serdanên rêveberên Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê re."

Di Kanûna 2020’an de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku serokatiya şandeyeke hikumetê ya payebilind dikir, serdana Tirkiyê kir. Di wê serdanê de bi berpirsên dewleta Tirk re, di serî de bi Recep Tayyîp Erdogan re civîn. Ew serdan tenê rojekê dirêj kir, bi rêya serdanê her du aliyan li ser dosyayên bigirêk ên ji salan ve nîqaş kirin.

Di wê serdanê de, her du aliyan li ser dosyayên girîng ên ewlehî, aborî, , enerjî, av, rêyên trênê, vîze, pereyên hatine cemidandin, dosyaya Kurd û hwd nîqaş kirin.

Têkildarî cudahiya her du serdanan, Pîrî wiha domand: "Tişta di vê serdanê de bi taybet dibînim ew e ku karakterê wê leşkerî ye. Ji ber serdan tenê ji kesayetên sereke yên di wezareta şer a dewleta Tirk de li dar ket, ew jî wezîrê parastinê û serokerkanê bûn. Ez texmîn dikim ku ev serdan bi demê re di nava pêşbirkekê de ye ku dewleta Tirk dixwaze hin nuqteyan li gorî berjewendiyên xwe deyne, çi bi lihevkirina bi dewleta Iraqê re yan jî bi hikumeta Başûrê Kurdistanê re. Ew jî beriya ku serokê Amerîkayê yê nû bi pratîkî dest bi kar bike, pêk hat."

Pîrî wiha domand: "Em girêdana rewşa Sûriyê û Iraqê di dosyaya wezaretên derve û parastinê yên Amerîkayê de baş dizanin. Ji lew re dewleta Tirk hewl dide hin xalên nû deyne yan jî planên pêşerojê deyne da ku Amerîkayê bixin bin fermaneke rasteqîn ku her du alî li ser pêngavên lihevkirinê, razî ne."

Pîrî tevgerên dewleta Tirk bi guhartina rêveberiya Amerîkayê ve girê da û wiha dewam kir: "Tevahî li benda rêveberiya Amerîkayê ya nû ne û çawa dest bi xebata xwe ya di mijarên derve de bi taybet li Sûriyê û Iraqê bike. Helwest heta niha ne diyar in. Bê guman dê helwest ne mîna yên berê bin. Dê ne wek serdema Trump be."

Pîrî wiha gotina xwe berdewam kir: "Bi giştî, dê Amerîka di radeya yekemîn de li berjewendiyên xwe bigire. Hin kes pişta xwe didin rêveberiya Biden a nû ku bikeve xizmeta Kurd. Lê ez texmîn dikim ku dê amerîkî berjewendiyên xwe pêk bînin. Ji ber derketina wê ji dosyayên Sûriyê û Iraqê tê wateya derketina wê ji krîza li Rojhilata Navîn û derfetê ji her du dijberên Rûsya û Îranê re tê vekirin. Dê ji bo wê hin guhartinên mezin di siyaseta Amerîkayê ya li hember dewleta Tirk de û xalên eşkere yên li hember berfirehkirina Îranê de hebe. Ji ber di tevahî daxuyaniyên Amerîkayê de tê gotin ku dê li hember serweriya Îranê bisekinin û nehêlin Tehran zêde bi hêz bibe. Ji ber mijara hêza mirovî û berfirehiya erdnîgarî ji bombeya nukleerê xeternaktir e."

Pîrî da zanîn ku bi gelemperî dê guhartin hebin û wiha dewam kir: "Ez hêvî dikim ku ev guhartin li gorî berjewendiyên gelên herêmê bin û ne li gorî biryarên bêfikir bin, mîna yên ku Trump dane."

Beriya hilbijartinên serokatiyê yên Amerîkayê, Jeo Biden êrişî serokkomarê Tirk Erdogan kiribû. Biden soz dabû ku dê bi Komkujiya Ermenan itîraf bike û ev dozeke ji bo dewleta Tirk pir hesas e û serokên DYA’yê ji bo itîrafkirina bi Komkujiya Ermenan, xwe dan aliyekî.

Pîrî destnîşan kir ku Amerîka dewleteke saziyan e, lê rola kesê berpirs an jî kesayeta serok bi xwe li ser erdê roleke aktîf e, ew jî di çawaniya bikaranîna siyasetê û çawaniya bikaranîna erkên serokatiyê li ser erdê de, çi li Sûriyê yan jî li Iraqê dibe bila bibe.

Kadar Pîrî wiha axivî: "Dewleta Tirk bi demê re, ji bo pêkanîna lihevkirinên nû bi Iraq û Başûrê Kurdistanê re, di nava pêşbirkê de ye. Da ku Amerîkayê bixe bin fermana bûyerên heyî. Lê li gorî berpirsên Tirkan, rêveberiya nû ya Amerîkayê dê ne alîgirê wan be yan jî ne li gorî berjewendiyên wan be. Bi wê re dê Amerîka hewl bide têkiliyeke baş bi dewleta Tirk re çêke, lê belê ne li ser hesabê hebûna Amerîkayê li vê herêmê. Her wiha li gorî Amerîkayê, piştî ku dewleta Tirk peyman bi aliyên Rûsyayê re li ser gazê û moşekên S-400’î pêk anîn, dewleta Tirk bû aliyekî bê ne bawer ji bo NATO’yê û bi taybet jî Amerîka."

‘ENCAM NE EŞKERE NE Û TIŞTEKÎ VEŞARTÎ HEYE’

Der heqê civînan de Pîrî wiha got: "Heta niha me piştrast nekir ku gelo li ser hin bendan lihevkirin, çêbû yan na. Lê bi gelemperî hat eşkerekirin ku Bexdayê pêşniyarên aliyê Tirkiyê qebûl nekirin û Başûrê Kurdistanê jî tu gotin li ser civînê nekir, tenê hin rêveberên PDK’ê hin daxuyanî da û heta niha nehatine piştrastkirin."

Pîrî eşkere kir ku encamên li Bexdayê ne zelal in, ew naxwazin tu kes êrişî aliyê Tirkiyê ji hundirê Iraqê de bike, anku destwerdanê dewleta Tirk jî naxwazin.

Dewleta Tirk ji salan ve, avê mîna kaxizeke fişarê li dijî Bexdayê bi kar tîne û bi rêya wê hin destkeftiyên siyasî û leşkerî werdigire.

Pîrî anî ziman ku di tevahî rewşan de, dewleta Tirk ji demeke dirêj de destwerdan kiriye, topbaran dike û sivîlan qetil dike, parçeyekî mezin ji Iraqê dagir kiriye, ji lew re rewşa li Bexdayê wek xwe dimîne. Pîrî bal kişand ser rewşa Başûrê Kurdistanê û ev nirxand kir: "Lê der barê Başûrê Kurdistanê û daxuyaniyên li ser serdanê de, dibe ku hin axaftin li ser mijarên aborî û pêşxistina têkiliyan hebin. Lê mijara aborî û têkiliyan bi wezîrê parastinê û serokê erkanê yê dewleta Tirk re nayên nîqaşkirin."

Pîrî daxuyand ku tiştekî veşartî heye yan jî hikumeta Başûrê Kurdistanê bi dewleta Tirk re hin lîstokan dikin heta ku mijar û karên li Washingtonê eşkere bibin, an jî li benda Biden in ku ew ê çawa di dosyayên Sûriyê û Iraqê de bixebite.

‘XETEREYEK HEYE’

Li aliyekî din jî rojnameger û çalakvanê êzidî Tehsîn Şêx Kalo ji ANHA’yê re axivî û got wezîrê parastinê yê Tirkiyê bi berpirsên Bexda û Hewlêrê re li ser rewşa siyasî û leşkerî ya li Şengalê nîqaş kirin û wiha domand: "Di rojên pêş de, komployek û xetereyek li ser Şengalê û êzidiyên li Şengalê heye."

Şêx Kalo wiha domand: "Her carê û bi derketina her balyoz an jî wezîrê dewleta Tirk û serdana wan ji Iraq û Hewlêrê re, piştî wê bi çend saet an jî çend rojan, balafirên dewleta Tirk xaka Şengalê bi bihaneya ku PKK li herêmê ye, bombebaran dikin, lê di encamê de qurbanî ji rêveber û ciwanên êzidî çêdibin ên ku li hember DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de sekinîne."

Piştî serdanê bi du rojan, serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dîsa gefên êrişkirina li Şengalê xwarin.

‘ERDOGAN Û DESTHILATA WÎ QETILKIRINA ME DIDOMÎNIN’

Şêx Kalo anî ziman ku li gorî Şengalê û civaka êzidî encamên serdanê neyînî û xeternak in, ji ber ev serdan na ji valahiyê hatiye, tenê heke komployek li dijî êzidiyan hebe, serdan çêdibin û wiha domand: "Ji ber ji sedan salan ve, osmaniyan hovanetirîn hemleyên qirkirinê li dijî êzidiyên li Şengalê û herêmên ku êzidî tê de hene, pêk tînin û hîna jî êriş û hemleyên qirkirin û komkujiyan pêk tînin."

Hikumetên Bexda û Hewlêrê di 9’ê Cotmeha 2020’an de ragihandibûn ku der barê birêvebirina Şengalê de ji aliyên ewlehî, leşkerî û xizmetguzarî lihevkirinek îmze kiriye, ew jî bêyî ku nêrînên civaka êzidî tê de hebin, pêk hat.

ÇIMA ŞENGAL?

Der barê armancên dewleta Tirk ji êrişên li ser Şengalê de Pîrî ev nirxand kir: "Çapemeniya Tirk, rojnameyên alîgirên hikumeta AKP`ê piştî serdanê girîngî da lihevkirinê li ser Şengalê. Rola dewleta Tirk di vê lihevkirinê de çi ye, çi pêwîstiya wê heye ku behsa nuqteyekê ku dûrî sînorê dewleta Tirk bike û ji bo çi dewleta Tirk balê dikişîne ser Şengalê."

Pîrî di berdewama nirxandina xwe de got yek tenê nuqteyekê piştrast dike, ew jî plana dewleta Tirk a Mîsaqî Millî ye û tişta ku jê dixwazin ku hincetek wan li her derê hebe, da ku Kurdên li Sûriyê û Iraqê ji hev qut bikin bi taybet nuqteya alîkariyan, ji ber ew deriyê tekane ye ku ji gelê Kurd û pêkhateyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vekiriye.

Pîrî wiha axivî: "Li vir em mezinahiya plana dewleta Tirk û asta zanebûna wê di pêkanîna siyasetê de dibînin da ku ne tenê Kurdan tune bike, lê belê hemû pêkhateyên ku banga demokrasî, azadî, rûmet û jiyana wekhev dikin, tune bike. Ew dixwazin vegerin serdema Osmanî."

Girêdayî mijarê rojnamegerê êzidî wiha got: "Dewleta Tirk ji destpêka êrişên 3`yê Tebaxê ve hewl dide hêzên xwe yên leşkerî – bejahî bi hinceta hebûna PKK`ê li herêmê, şopandina wan û careke din qirkirina komî a êzidiyan derbasî Şengalê bike."

Rojnamegerê êzidî wiha domand: "Belê PKK bi niyetên mirovî û exlaqî derbasî xaka Şengalê bû. Parastina welatiyên wê kir. Rêyên ewle vekirin, da ku bi hezeran ji êzidiyan derbasî xaka Sûriyê bikin û dema ku her kesî dev ji me berda bêyî ku guleyekê li hember çeteyên DAIŞ’ê biavêjin, PKK’ê em ji mirinê rizgar kirin."

Di salên derbasbûyî de behsa Mîsaqî Millî ji aliyê berpirsên dewleta Tirk ve pir hate kirin. Kesê yekem ku behsa wê kir serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan bû û bi awayekî vekirî di sala 2016`an de behsa wê kir.

Di 28`ê Sibata 1920`an de dewleta Tirk Mîsaqî Millî di encama binketina Osmaniyan de di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de û ketina piraniya xaka wê di destê hevalbendan de, îmze kir.

Parlementerên Tirk di wê demê de erê kir ku neteweya Osmanî parçeyek e û nayê qutkirin. Nexşerêyek ji xaka ku dê xebat ji bo vegera wan were kirin hate dayîn. Her wiha sînorê Komara Tirkiyê yê heyî li navçeya rojhilatê herêma Başûrê Kurdistanê û Mûsilê, parçeyên mezin ji herêmên ku piraniya wan erebên sunnî bûn û li Sûriyê jî parêzgeha Heleb û parçeyên mezin ji Bakurê Sûriyê ye.

Têkildarî sedema dijminatiya dewleta Tirk ji PKK`ê re Pîrî ev yek got: "Dewleta Tirk her tim behsa lihevkirinên bi dewletên cîran an jî bi Rûsya û Iraqê re yan jî bi Kurdên li Başûrê Kurdistanê re dike ku wan li ser şerê li dijî terorê li hev kiriye. Her tim navê DAIŞ`ê tîne ziman û behsa PKK`ê dike. Di rastiyê de DAIŞ di nava sazûmaniya dewleta Tirk de ye. Ev yek ne veşartî ye û her kes dizane û armanca dewleta Tirk dimîne PKK."

Der barê armancên rast ji vê yekê de gerînendeyê Navenda Kurd a Bêsînor got: "Dewleta Tirk bi rêya êrişên li dijî PKK`ê û hewldanên wê ku vê partiyê tune bike, gelê Kurd li her çar parçeyan bi hemû çîn û pêkhateyên wê dike hedef."

Pîrî wiha domand: "Rastiyekê li pêşiya çavên xwe diyar dibînim ku heger dewleta Tirk PKK`ê tune kir ku ev yek zehmet e, di roja duyemîn de em ê bibînin ku hêzên artêşa Tirk û çeteyên wê li kolanên Mûsil, Kerkûk, Hewlêr û bajarên din ên Kurdan belav dibin. Li gorî ku dewleta Tirk di nava Mîsaqî Millî de ku ew tevahiya wê herêmê dixwazin, her wiha behsa Helebê ku di tevahiya herêmên li xaka Sûriyê re derbas dibe û digihêje heta Mûsil, Kerkûk, bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Başûrê Kurdistanê, yan jî tişta bi navê bakurê Iraqê dike."

Pîrî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Iraq qebûl nake û beriya niha jî qebûl nekiriye û bi planên dewleta Tirk dizane. Iraq baş dizane ku dewleta Tirk dixwaze Tirkmenan xurt bike, da ku rola mezintir di wê herêmê de bigirin û di pêşerojê de banga tevlêbûna li xaka Tirkiyê bikin û Iraq niyeta dewleta Tirk dizane ku ger PKK ji aliyê dewleta Tirk ve hat tunekirin, dê armancên dewleta Tirk ên din hebin û ew jî pêkanîna Mîsaqî Millî ye."

Girêdayî şerê dewleta Tirk a li dijî PKK`ê Pîrî ev tişt got: "Bê guman dewleta Tirk, PKK`ê wek kelemekî li pêşiya planên xwe dibîne çi li Bakurê Kurdistanê çi li herêmên din ku bi navê dewleta Tirk e, çi li Sûriyê û Iraqê be."

JI HEWLÊRÊ WÊNEYÊN CIHÊ MIXABINIYÊ DERKETIN

Gerînendeyê Navenda Kurd a Bêsînor têkildarî civînên di navbera wezîrê parastinê yê Tirkiyê û rayedarên Başûrê Kurdistanê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Cihê mixabiniyê ye ku ez wêneyên wezîrê parastinê yê dewleta Tirk ku navê wezîrê şer lê dikin û serokerkanê dewleta Tirk bi siyasetmedar, serokê hikumetê, serokê Başûrê Kurdistanê re bibînim, bi rastî jî wêneyekî cihê mixabiniyê ye. Ji ber ku heke serdaneke wezîrê parastinê hebe, bila wezîrê pêşmergeyan pê re bicive ne ku tevahiya rêveberên bilind ên li Başûrê Kurdistanê pê re bicivin.

Em zextên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike dizanin, hem dewleta Tirk dergehan digire hem jî bi Bexdayê re bi nakok e û tekane rêgeha heyî ya bi dewleta Tirk re ye, lê diviyabû ku li hev nekiribana û ez bawer im ku xapandinek heye. Di rewşa heyî de yan jî di pêşerojê de be nabe ku peymanên bi dewleta Tirk re li dijî pêkhateyeke din ên li Iraqê yan jî hêzên li wê herêmê hebin. Ez li vir behsa Partiya Karkerên Kurdistanê dikim, ji ber ku ez bawer im rêveberên Başûrê Kurdistanê baş dizanin ku ger Partiya Karkerên Kurdistanê hate têkbirin, dewleta Tirk dê yekser û rasterast dest bi tesfiyekirina wê bike."

Têkildarî helwesta pêkhateyên li Iraqê Pîrî got: "Biborin ku ez şêweyekî mezhebî li ser pêkhateyên li Iraqê diaxivim, lê ev rastiyek e û rejîma Melalî hewl da ku ew li ser Iraqê were ferzkirin, di siyaseta Iraqê de rewşeke belavbûyî heye, gendeliyeke mezin heye û hin rayedar tenê li berjewendiyên xwe digerin û hin aliyên ku sûdê ji vê rewşê digiri,n hene. Di serê pêşîn de Îran e ku dixwaze li hemberî berfirehkirina serweriya xwe ya li Iraqê, helwesteke sunnî çênebe."

Pîrî destnîşan kir ku têkildarî peymana di navbera dewleta Tirk û Îranê de xaleke din heye, her du alî hewldana xweşkirinê dikin û wiha domand: "Îran xwe wek serokê umeta îslamî ya şîe û dewleta Tirk jî xwe xelîfet û navenda hemû misilmanan bi nav dikin. Lê di rastiya xwe de her du alî olê ji bo berfirehkirina serweriyên xwe bi kar tînin û dixwazin gelên din biçewisînin.”

Pîrî da zanîn ku di navbera dewleta Tirk û Îranê de ne tenê li Sûriyê peyman hene, lê di pirsgirêka Iraqê de jî peyman hene û her du alî hewl didin devera ku jê re girîng e kontrol bikin û wiha dewam kir: "Îranî rewşa şîe serwer bikin û Iraq parçebûyî bimîne û dewleta Tirk jî heman siyasetê li dijî sunniyan bi kar bîne û ji bo ku Kurd tu mafên xwe nestînin, li hev dikin."

Pîrî diyar kir ku mijara federaliya li Başûrê Kurdistanê bûye mijareke rasteqînî û her du alî hewl didin ku federaliyê têk bibin û bi dawî bikin, ev tişt di refrandumê de eşkere bû û beriya gelê Iraqê li dijî refrandumê sekinîn û ew jî îranî û Tirk bûn, ji ber ku refrandum, tê wateya vîna gel û nêrîna azad.

Der barê nakokiya li Iraqê ya di navbera dewleta Tirk û Îranê de, Pîrî got têkildarî mijara sînor û kontrolkirina rageşiya di navbera her du aliyan de lihevkirin heye, dibe ku hin bûyer biqewimin, ev jî ji bo derxistina fitneyan e, lê dîsa jî li gorî lihevkirina wan mijar di bin kontrolê de ye anku lêvegera wan Enqere û Tehranê ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din