Serdana El-Herîrî ya ji bo Başûrê Kurdistanê li Til Koçerê hate şeremzarkirin

Şêniyên navçeya Til Koçerê gotin, serdana El-Herîr a ji bo Başûrê Kurdistanê nakve xizmeta armancên gelên Sûriyê û diyar kirin ku armanc ji vê serdana têkbirina biratiya di navbera gelên Sûriyê de ye.

Şêniyên navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê serdana serokê "Îtîlafa Niştimanîya Sûriyê" ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker a ji bo Başûrê Kurdistanê û hevdîtinên wê yên bi rayedarên hikumeta Başûrê re şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya navenad meclisa gel a navçeyê ji aliyê endamê rêveber ê meclisê Welîd Selûm ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê bi germahî pêşwaziya Nesir El-Herîrî û şandeya wî ya girêdayî siyaseta dewleta Tirk li herêmê ya bi navê Îtîlfa Niştimanî ya Sûriyê kir.

Her wiha hate diyarkirin ku dewletên erebî ji ber siyasetên îtîlafê yên çewet û derbeyên wê ew qewitandin, lê Hewlêr bêyî ku ji şêniyên Efîrnê yên di kampên nêzî Hewlêrê de şerm bike, pêşwaziya wê dike, ev dide diyarkirin ku li gor daxwazên Tirkiyê tev digere û şêniyên Efrînê paşguh dike.

Şêniyan di daxuyaniyê de gotin: "Em şêniyên Til Koçerê dibêjin ku ev serdana xizmeta armancên gelên Sûriyê yên ku daxwaza avakirina civakeke demokratîk û pirrengî dikin, nake. Berovajî wê, biratiya di navbera gelên Sûriyê de derbe dike û bandoreke neyinî li însyatîfa fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî dike, di heman demê de xizmeta dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dike."

Şêniyan bang li rêveberiya PDK'ê kir helwesteke cidî li hemberî dagirketiya Tirk a li Efrîn û herêmên din nîşan bide û fermanên dewleta Tirk pêk neyne.

ANHA


Mijarên Din