Serdana Hulusî Akar ji bo Başûr û berdewamkirina planên qirêj

Bi nêzîkbûna salvegera komploya navnetewî re armanca serdana Hulusî Akar ji bo Iraq û Başurê Kurdistanê temamkirina rêkeftina qirêj a li ser şengalê û dagirkirina hin heremên din e. Dewleta Tirk a dagirker dema ku êrişî destkeftiyên gelê Kurd dike, rojên taybet hildibijêre. Hema di rojeke ji rêzê êriş nake. Êrişa li ser Efrînê, dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê, rojên ji bo van êrîşan hilbijartine gelek bi wate bûn.

Serdana wezîrê parastinê Hulusî Akar û fermandarê artêşa dagirker a giştî Yaşar Guler ji bo Iraqê û bi taybetî  ji bo Başurê Kurdistanê dîsa ji bo bihareke xapînok e.

Beriya her biharekê di dema zivistanê de (ev sih sal e heman rewş berdewam dike) kesek an jî hinek kes ji rayedarên dewleta Tirk a dagirker ber bi Kurdistanê ve dikevin rê û bi rêya çapemeniyê bi awayekî nepixandî, demogojîya tunekirina Tevgera Azadiyê dikin.

Ev bêhtirî 3 sal e bi hukumeta Başûrê Kurdistanê di asteke berfireh de hevdîtinan bi payebilindên dewleta Tirk a dagirker re pêk tîne. Ev hevdîtina dawî jî ji bo pêşwazîkirina amadekareyeke balkêş bû ku di salvegera dagirkirina Efrînê de pêk hat. Bi her sê rayedarên Başûr re cuda bi cuda hevditîn pêk anî. Vê yekê têrê nekir bi wezareta pêşmerge û wezareta derve re jî hevdîtin hatin pêkanîn. Li ser navê xanedanîya Barzanî kesek tenê bes bû ku hevdîtin bikira, pêwîst nedikir ku xwe ewqasî li ber dagirkeran şîrîn bikin. Ewqas ji celadên gelê Kurd hez dikin ku hemû malbat û wezaretên wan wekî benekî(werîsekî) li ber dagirkeran rêz bûbûn.

Çi sedem e ku ewqas berpirs li ber rayedarekî leşkerî ku dijminê gelê Kurd e rêz dibin ? Di dîplomasîyê de jî şêwazekî pêşwazîkirinê heye. Helwesta hikumeta Başûr ji bo pêşwazîyê ev şêwaza pêşwazîkirinê derbas kir. Di wêneyekî de Mesûd Barzanî destên xwe kişandibûn ber xwe, Hulusî Akar jî bi awayekî pir rehet û bi kîbîr (xwe ji her kesî meztir dîtin) rûniştibûn.

Di zanista derûnî de têgîna zimanê laş heye, di vî wêneyê wan de jî zimanê laş diaxivî û li beramberî serdestiyê sekna belengaz û jixwenebawer hebû.

Tu gumana kesekî tune ye ku ev hevdîtin li ser tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hatibe kirin. Jixwe bi daxuyaniyên xwe jî ev tişt piştrast kirin. Hulusî Akar got ku dê pêşketinên pir girîng çêbibin û dê encamên wê li ser vê erdnîgariyê xuya bikin. Bi vê daxuyaniyê jî hat xuyakirin ku PDK`ê ji hevkarî û piştgirîdayîna dagirkerên Kurdistanê re paşde namîne û berovajî wê bi kêfxweşî hembêz dike.

Beriya her biharekê dewleta Tirk sefera xwe li Kurdistanê îhmal nake. Di salên nêz yên derbasbûyî de jî Suleyman Soylu di mehên zivistanê de  li Kato Jîrka, Çelê û Beytûşebabê soza tunekirina PKK`ê heta biharê dabû raya giştî. Lê bi demê re xuya bû ku vê rêbazê jî cih negirt, ji ber vê yekê  cihê Suleyman Soylu guhartin. Ji ber ku li beranberî van sozên wan, bi hatina her biharekê re gerîlayên azadiyê wan bi zirarên mezin re rû bi bû dihêlin û wan mecbûrî alastina tifa xwe dikin.

Weke pehlewanê ji binkeftinê têr nabe her biharê xwe diwerimînin, lê bayê wan zû dadikeve. Êdî ne tenê civaka kurd, civaka Tirk jî ji van derewan bawer nake û tinazên xwe bi van dike. Ev rewşa wan li ser toreyên civakî bi rihetî tê dîtin.

Weke mezinên me dibêjin, bezbezok ketketok in ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ewqas bi lez bazdana PDK`ê û dagirkeran, dê bibe sedema zûketina wan. Bi kurt û kurmancî ev li benda xeyala tunekirina Tevgera Azadiyê ne; Tevgera Azadiyê jî benda bihara xwe ye.