Serencama balkêş a peykersazekî ji Amûdê

Reşan Yûsif li Amûdê di kargeheke mermer de berê xwe dide hunerê û bêyî ku tu perwerdeyê bibîne, dest bi çêkirina peykeran dike. Reşan bi 70 hezar kevirên hûrik mînyatureke Kolîzyûmê jî çêkiriye.

Li navçeya Amûdê ya Qamişloyê dema ku em di ber malekê re derbas dibin ku li hewşa wê tijî dar û kulîlk in, hin peyker bala me dikêşin ku her yek bi gelek keviran hatiye çêkirin û li dû hev hatine rêzkirin. Em dikevin hundir, li wê derê em kesê ku ev berhem çêkirine anku Reşan Mihemed Elî Yûsif nas dikin.

Reşan (31) di kargeha (werşe) mermer, kaşî (fayans) û kevir a malbata xwe de bi salan dixebite û bêyî ku tu perwerdeyê bibîne dest bi peykersaziyê dike. Reşan dibêje malbata wî tev bi karê mermer, kaşî û kevir debara xwe dike û ev kar ji bo hunera wî bûye destpêk û wiha dest bi vegotina çîroka xwe dike: “Min di zarokatiya xwe de dest bi vî karî kir. Di serî de wekî karekî bû, lê dûre veguherî heweskariyekê. Carinan jî dema ku jiyan sext û dijwar dibû, peyker ji bo min dibû jêdera jiyanê.”

Reşan dibêje di salên borî de li rex kar û barên li kargehê, xebatên şexsî jî kirine û bi demê re berhemên hunerê jî çêkirine û wiha pê de diçe: “Huner wekî tovekî ye ku di nava axê de şîn dibe. Ev tov di nav mala me de li gel bavê min û apê min hebû. Helbet hem ji karê xwe hez dikirin, hem jî wek hunerê li karê xwe dinêrîn. Apê min di warê hunerî de, hez zerqî min kir û çi alîkariya hewce be, da min. Helbet diya min jî destekeke mezin da min.”

MALA XWE KIR AKADEMÎ

Her ku em bi Reşan re diaxivin, em rastî gelek tiştên veşartî tên. Ji ber hin sedeman, bes heta dibistana amadehiyê kariya bixwîne û peykersazî jî xwe bi xwe hîn bûye. Reşan tu perwerdeyek profesyonel nedîtiye. Reşan wiha qala destpêka karê xwe dike: “Di sala 2006’an de em bi malbatî rastî hinek rewşên nexweş hatin. Lewma  ez mecbûr mam dev ji dibistanê berdim. Min dixwest biçim Şamê û bixwînim lê şert û merc ne guncaw bûn. Kesek tune bû ku ez li cem peykersaziyê hîn bibim û xwe bi pêş ve bibim. Her tişt li ser hewla min a şexşî dima, min jî wisa kir. Ji bo çêkirina peykeran min mala xwe kir akademiyek. Avantaja min ew bû ku kargeha me ya mermer û keviran hebû. Her wiha min mala xwe jî tijî pirtûkên li ser peykersaziyê kirin û min mal kir zanîngehek.”

JI BO KOLÎZYÛMÊ BI HEZARAN KEVIR BI KAR ANÎN

Hêj di 10-12 saliya xwe wênexêzî û tiraşkirina keviran bala wî kişandiye û di ciwaniya xwe de jî Kolîzyûm (Coliseum) a li paytexta Îtalyayê Romayê, bala wî dikêşe û dest pê dike bi hezaran kevirên hûrik berhev dike û pê mînyatura Kolîzyûmê çêdike.  

Di nava 3 salan de Reşan berhema xwe temam dike û wiha qala vî berhema xwe dike: “Dema çêkirina Kolîzyûmê ji bo min pêvajoyeke nû bû. Ji ber ku wê demê min dev ji dibistanê berdabû û vê yekê ez gelekî xemgîn dikirim. Belkî jî wê yekê hişt ku ez Kolîzyûmê çêkim. Ji ber terkkirina dibistanê ez pir xemgîn bûm û min dixwest karekî bikim da ku vê yekê ji ser xwe biavêjim.”

HER TIŞTÎ BI WÊNEYEKÎ DEST PÊ KIR

Kolîzyûma Romayê, bi dîroka xwe ya hezar û 900 salan û mîmariya xwe bi nav û deng e. Çîroka Reşan a naskirina wê jî balkêş e. Reşan dibêje di sala 2004’an de wêneyekî Kolîzyûmê dibîne û bandorê li wî dike û wiha dibêje: “Dema ku min ew wêne dît, ez pê hesiyam ku mirov dikare bi karê xwe, xwe bigihîne tekûziyê û kamil bibe. Min di wê de hem aliye wê yê dîrokî û estetîk dît, hem jî koledarî û zordestiya di wê de dît. Her wiha ji bo şanoyê jî hatiye bikaranîn. A rast, bi qasî ku Kolîzyûm desthilat û mîtolojiyê dinimîne, ew qas jî azadiyê îfade dike.

Dema ku em jê dipirsin bê ka çawa ev berhem çêkiriye, Reşan wiha dibersivîne: “Min li ser înternet û pirtûkan lêkolîn kir. Min hevalê xwe Îsmaîl di sala 2005’an de ziyaret kiribû. Li cem wî ferhengeke îngilîzî-erebî hebû. Hema min ji xwe re lê dinihêrî û ez rastî wêneyekî Kolîzyûmê hatim. Wê demê derfetên înternetê kêm bûn. Dema min ew wêne dît, pir kêfa min hat. Ez hema çûm, min wêne mezin kir û kopîyek jê derxist. Min gelek caran li wêneyî û fîlma Gladyator temaşe kir. Min gelek wêne û vîdeo ji fîlmê girtin û ew ji bo min bûn materyal.”

‘EZ BI HÛRGILÎ XEBITÎM’

Ji bo çêkirina mînyaturê Reşan gelek kevirên hûrik û kêrnehatî yên di kargehê de berhev dike. Piştî xebata 3 salan Reşan bi 70 hezar keviran berhema xwe temam dike. Reşan wiha qala dema çêkirina berhema xwe dike: “Piştî ku ez ji kagehê vedigeriyam, ez li ser Kolîzyûmê dixebitîm. Lê carinan min heta mehekê xebata xwe disekinand. Bî vî awayî ez 3 salan xebitîm. Min di 2009’an de qedand. Min ji bo wê bi temamî 70 hezar kevir bi kar anîn. Di sala 2008’an de min şaşiyek tê de kiribû, min nêzî 4 hezar kevir danîbûn û dema min kevirek danîbû, min şaş danîbû. Min li materyalên xwe nihêrî û min dît ku divê ez kevirekî bi qasî 1 cm deynim paş. Ji ber wî kevirî min 4 hezar kevir rakirin. Belkî ew kevir wisa bimaya ji bo hin kesan ne mesele bû lê ji bo min pirsgirêk bû. Divê mirov li ser karê xwe cidî be. Ji ber ku huner jî rastî û cîdiyet bi xwe ye, divê mirov rast û durist lê nêzîk bibe.”

 ‘MIN ESTETÎK Û HÊZA HUNERÎ DI SEYÎD RIZA DE DÎT’

Piştî çêkirina Kolîzyûmê xebatên Reşan dewam kirine û niha jî dixwaze bi peykerên xwe şopekê bixe nav rûpelên dîrokê. Reşan dest bi çêkirina peykerê Seyîd Riza kiriye û wiha qala xebata xwe dike: “Di sala 2020’an de jî di peykerên xwe de ez li re dîrokê, li jiyan û bedewiyê jî digerim. Ez dixwazim di dilqê mirovan de li hêz, bedewî û estetîkê bigerim û peyda bikim. Ez wan portreyên miorvan jî dîsa di dîrokê de peyda dikim. Bo nimûne rêberê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza. Em dizanin ka dijmin li Dêrsimê komkujiyên çawa pêk anîne. Dema ku ez peykerê Seyîd Riza çêdikim, li şûna ku bûyerên dîrokî û kronolojiya wan bidim, ez dixwazim balê  bikêşim ser aliye derûnî jî û hêza di wî de nîşan bidim. Ji ber ku min di Seyîd Riza de hêz, bedewî û estetîk dît û min ev berhem çêkir.”  

‘HUNER ZIMANÊ HEQÎQETÊ YÊ GELAN E’

Reşan balê dikêşe ser ku dema peykerê Seyîd Riza çêkiriye, êrişên qirkirinê dewam kirine û her çend ew qas dem derbas bûbe jî, êrişên qirkirinê dewam dikin û wiha lê zêde dike: “Wehşet û hovîtiya ku beriya 80 salan li dijî Seyîd Riza û Dêrsimê hatiye kirin, hê jî bi dawî nebûye. Tiştên anîne serê Seyîd Riza, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî tînin serê me jî. Dijmin di serî de dîroka gel dike armanc. Divê gelê Kurd ji vê zilm û sîtemkariya xilas bibe û li gel vê yekê jî dîroka xwe baş hîn bibe. Lewma jî divê hemû hunermend rengekî dîrokî bidin hunera xwe da ku gel pê hişyar bibe û xwe bigihîne heqîqetê. Divê ev xebat heta azadiya gel dewam bikin. Ji ber ku huner zimanê heqîqetê yê tevahiya gelan e.”

ANHA


Mijarên Din