Sererastkirina rêya Ebyedê berdewam e

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîn jî rêya Ebyed a di navbera bajarên Reqayê û Hesekê de ku dirêjahiya wê 155 km ye, sererast dike.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêya Ebyedê ku ji bajarokê Keramê yê rohilatê Reqayê dest pê dike û li çerxerêya Panorama ya Hesekê bi dawî dibe, rêyeke strastejîk e, nexasim piştî artêşa Tirk û çeteyên wê rêya navneteweyî ya M4 kir armanc û tevî hevpeymanên têkildarî parastina sivîlan bi Rûsyaya re, lê dîsa jî kiryarên binpêkirinê li ser rêya M4 berdewam in.

Nabe ku kamyon û sehrîc tê re derbas bibin û dema derbas dibin jî zirarê didin rê û heta rê têrê nake ku du erebe bi hev re tê re derbas bibin, lewma dibe sedem ku ajokar zehmetiyan bikişînin. Rêveberiya Xweser jî ji beriya demekê ve dest bi sererastkirina rê û berfirehkirina wê kir.

Piştî nîqaşa projeyê û lêçûna 6 milyar lîreyên Sûriyê jê re hate diyarkirin, werşeya fenî bi çavdêriya Desteya Rêveberiyaên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi kar kir.

Hevserokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Cûzêf Lehdo bal kişand ser zirarên di demên derbasbûyî de gihaştine rê û destnîşan kir ku rê xeteke sereke ya herêmê ye û bi dehan gund û bajaran digihîne hev.

Cûzêf Lehdo diyar kir ku kar û xebata kar zêdetir bûye, hejmara werşeyên kar dikin bûye 5 werşe, li tevahiya parçeyên rê kar dikin, heta niha derdora 50 km ji zifta xerabûyî hatiye rakirin, zêdetirî 20 km bi madeya Kesara hate dagirtin.

Cûzêf Lehdo da zanîn ku kar û xebat bi çavdêriya endezyarên pispor bi rê ve diçe.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan diyar kir ku heta 188 rojan karê sererastkirina rêya Ebyedê dê bi dawî bibe.

eh

ANHA


Mijarên Din