Sererastkirina xetên kehrebê li gundên ku şewat lê rû dane didome

Ji ber agirê ku bi navçeya Tirbespiyê ketî, kehrebê li gelek gundên wê qut bûn, ji ber vê yekê werşên sereratkirinê dest bi kar kir, tê payîn ku di seatên êvarê de kehrebeya gundan were.

Di 10`ê Hezîranê agirekî mezin bi zeviyên çandiniyê yê 29 gundên navçeya Tirbespiyê ketin, di encamê de sed hezar donim ji zeviyên ceh û genim şewitîn, tîmên agirkujiyê, şêniyan û YPG`ê û YPJ`ê destwerdan kirin û di seatên êvarê agir vemirandin.

Agir mal û milkên sivîlan şewitandin, her wiha zêdetirî 30 amûdên kehrebê û kabloyên kehrebê ku dide gelek gundên navçeya Tirbespiyê mîna bajarokê Til Merûf, gundê Kendek Sîd 5 km rojhilatê navçeyê, gundê Beşîriyê, Xezîmûk, Nebûa û Um Hecîrê, şewitîn.

Hevserokê navenda kehrebê yê navçeya Tirbespiyê Ciwan Mihemed diyar kir ku di encama şewatê gelek amûdên kehrebê şewitîn û diyar kir ku bi hevkariyê bi buroya enerjî û peywendiyan û werşên sererastkirinê ji navçeya Çilaxa û Til Koçerê dest bi sererastkirina amûdan kirin, da ku kehrebê bînin gundên zirar dîtin.

Werşan dikaribû careke din kehrebê bînin bajarokê Til Merûf piştî ku sererastkirina amûd û kabloyan, Ciwan Mihemed teqez kir ku karê wan dewam dike, da ku kehrebê bînin û tê payîn ku di seatên êvarê kar bidawî bibe.

(jo/kc)

ANHA


Mijarên Din