Serhildana Qamişlo; Çirûska destpêkê ya Buhara Gelan  e

Tevî girtin û zexta hêzên ewlekariyê yên dewleta Sûriyê, bi sed hezaran Kurd ji serhildana 2004`an  a ji bajarê Qmişlo heta paytexta Sûriyê Şamê rabûn serhildanê. Ew serhildana gel bû çirûska yekê ya buhara gelan û bingeha destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakurê Sûriyê.

Di 12`ê Adara 2004`an de şêniyên bajarê Qamişlo û hezkiriyên futbolê li yarîgeha Beledî li benda maça futbolê ya di navbera tîma -Cîhad û tîma Fitiwa ya ji Dêrazorê ku di çarçoveya lîga futbolê ya Sûriyê ya werza 2003/2004 dihat li darxistin, bûn.

LI YARÎGEHÊ..ÇIRÛSKA SERHILDANA KURDÎ

Beriya çend kêliyan ji destpêkirina maçê, alîgirên tîma Fitiwe ku ji Dêrazorê hatibûn siloganên siyasî yên rejîma Sedam Husên ku di dema dagirkeriya Amerîkayê de hatibû girtin, silav dikin, berz kirin û bi siloganên din Kurd bi veqetînê wekî herêma Kurdistanê û pêkanîna planên biyanî tewanbar kirin.

Hêzên hikumeta Sûriyê aliyên ku piştgiriya her du aliyan dikin li heman cihî bi cih kirin. Ji nişikê ve alîgirên tîma Fitiwe bi kevir û çekên spî êrişî alîgirên tîma Cîhad kirin, bêyî tiştek derbasî yarîgehê bûn û rastî kontrola hêzên ewlekariya Sûriyê hatibûn.

Piştî ku gelek kes ji alîgirên tîma Cîhad birîndar bûn, li navrasta yarîgehê di navbera her du aliyan de şer derket. Piştî ku waliyê Hesekê Selîm Kebûl gihîşt Qamişlo û fermana hedefgirtina Kurdan bi awayekî yekser da, hêzên ewlekariya Sûriyê bi zanabûn gule li sivîlan reşdandin. Di encamê de 3 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Piştî agahiyên kuştina ciwanên Kurd, şêniyan dikanên xwe girtin û ji malên xwe derketin qadan û rêyên giştî û hêrsa xwe ya li dijî hêzên rejîmê ji ber hedefgiritna ciwanên sivîl, nîşan dan. Li ser bûyerê xwepêşandan li sernaserê bajarê Qamişlo belav bûn.

Roja duyemîn li bajêr gireveke giştî hat destpêkirin û bi deh hezaran beşdarî oxirkirina cenazeyên her sê qurbaniyan bûn. Da ku şêniyan ji hev veqetînin, hêzên ewlekariyê destwerdan kirin û gule li şêniyan reşandin û bi dehan sivîlên ku di nava wan de jin û zarok hebûn, hatin şehîdxistin û birîndarkirin.

DI 2 ROJÊN SERHILDANÊ DE BI DEHAN KES ŞEHÎD Û BIRÎNDAR BÛN

Mirîy Mihemed yek ji welatiyên Qamişlo ku beşdarî oxirkirina şehîdên roja yekemîn ya serhildanê û şahidê hedefkirina rejîma Baasê ji welatiyên sivîl re ku roja duyemîn daketibûn kolanan bû. Mirîy nizanîbû ku di gulereşandinê de kurê wî Ehmed (25) jî hatiye kuştin.

Piştî 16 rojan ji serhildanê dema ku Mirîy li yarîgeha "Şehîdên 12`ê Adarê" dinêre, dibêje ku xwîna kurê wê li nêzî vê cihî herikî û wiha lê zêde dike: "Komployeke plankirî bû. Serhildanê çavê cîhanê li doza Kurdî vekir. Xwîna kurê min û şehîdên din ên serhildanê destpêka birêxistinkirin û vîna gelê Kurd bû ku li dijî kiryarên li dijî wan pêk tên, şoreşekê li dar bixin. Bi rastî jî di 2012`an de, şoreşa Rojava dest pê kir."

Tevgera Civaka Demokraîk bi daxuyaniyekê sala 2017`an hat ragihand, ku ji ber gulereşandina rasterast di dema serhildanê de û ji ber êşkenceya di girtîgehên rejîmê de piştî serhildanê , hejmara qurbaniyên gelê Kurd gihîşt 40 şehîdan.

TIRS ŞIKANDIN…

Li dijî siyasetên Baasê yên ku ji dema hatî ser desthildatê sala 1963`an li dijî gelê Kurd meşandin û kuştina bi dehan ciwanên Kurd li Qamişlo, serhildan li bajarên Dêrik, Amûdê, Hesekê, Kobanê, Efrîn û taxên kurdan li Reqa û Helebê belav bû.

Care yekemîn ji dema ku rejîma Baasê desthilata Sûriyê bi dest xistiye ve, di 13`ê Adarê de serhildan gihîşt paytexta Sûriyê Şamê. Xwepêşandêran ji rejîma Sûriyê xwestin ku gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe, kuştina Kurdan bisekinîne û girtiyan serbeset berde. Lê belê rejîma Baasê ji bo veqetandina welatiyan hêz û çek bi kar anîn.

Her wiha ji bo redkirina kuştina ciwanên Kurd bi destê hêzên rejîmê, xwepêşandêran li her du bajarên Dirbêsiyê û Amûdê yên li bakurê welêt du peykerên serokê Sûriyê yê mirî Hafiz El-Esed anîn xwarê. Hêzên ewlekariyê jî ji bo veqetandina şêniyên ku gelek avahiyên hikumetê li Kobanê dorpêç kiribûn, gule li şêniyan reşand.

RÊVEBERIYA DEWLETA SÛRIYÊ HEMLEYÊN GIRTINÊ DAN DESTPÊKIRIN Û CEZAYÊN MUEBED DERXIST

Rêvebeirya dewleta Sûriyê alîkariyên leşkerî ji hemû herêmên Sûriyê şandin bajarên ku Kurd lê dimînin û dest bi hemleyên girtinê yên berfireh kir ku li hemû bajarên Kurdan belav bû. Li gorî raporeke dawî ya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hejmara welatiyên Kurd ên hatine girtin gihîşt 5 hezar kesî.

Piştî wan bûyeran cezayê heta hetayê li dehan ciwanên Kurd hat birîn û yên din jî li gorî ku xizmên wan parve kirine ji 20 heta 30`î cezayê girtinê li wan hate birîn. Her wiha gelek kes jî di girtîgehên rejîma Baasê de ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.

Eyşe Efendî ku yek ji girtiyên destpêkê yên di girtîgehên rejîma Baasê bû û niha jî yek ji rêveberên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Kobanê ye, kêliyên serhildana şêniyên bajêr li dijî kiryarên partiya Baasê û hêzên ewlekariyê ku gule li şêniyan reşandin, vedibêje.

Eyşe wiha dibêje: "Wekî hemû bajarên Kurdan, li Kobanê jî hikumeta Sûriyê hemleyeke girtinê ya berfireh dest pê kir û bi dehan şêniyên bajêr girtin. Hikumetê ji bo vemirandina agirê berxwedanê, her tiştê ji dest dihat kir. Şoreşa Rojava jî hêza xwe ji serhildana Qamişlo girt."

SIYASETÊN EREBKIRINÊ Û PEYMANÊN KU HEBÛNA KURDAN LI SER ERDÊ WAN YÊ DÎROKÎ HEDEF DIGIRE

Ji dema ragihandin yekitiya di navbera Sûriyê û Misirê de sala 1958`an bi serokatiya Cemal Ebdulnasir ve, siyasetên erebkirinê yên şofînîst li dijî Kurdên Sûriyê dest pê kir. Her wiha qanûna îslahê ya çandiniyê derket ku xwedantiya erdên çandiniyê diyar dike.

Armanc ji wê yekê ew  bû ku xwedantiya erdên çandiniyê ji destê Kurdan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin û erdên wan ên mayî bikin milkên dewletên da ku piştre wan erdan bikin cihên niştecihbûnê yên ereban.

Tevî ku Komara Yekbûyî ya Sûriyê û Misirê dirêj nekir û sala 1961`an bi dawî bû jî, lê belê siyasetên şofînîst li dijî Kurdan dewam kirin. Netewperestên Ereb bandoreke mezin li hikumeta ku piştî veqetînê ava bûye kirin û navê Komara Sûriyê bû Komara Sûriyê ya Erebî.

Yekemîn siyasetên erebkirinê yên li dijî Kurdan pêk hatin ku serjimariyek sala 1962`an çêkirin û bi sed hezaran Kurd ji nasnameya Sûriyê bê par kirin û wekî biyanî li ser erdên wan hesibandin.

Piştî ku Partiya Baasê bi darbeyeke leşkerî di 8`ê Adara 1963`an de tê ser desthilatê, siyasetên şofînîst li dijî Kurdan dewam dikin û plana kembera Ereban li herêmên Kurdan ji sala 1965`an de tê danîn.

Di sala 1973`an de bi awayekî pratîkî rejîma Baasê projeya Kembera Ereban li herêmên Kurdan ên li bakur rojhilatê welêt, pêk tîne û wan herêman bi dirêjahiya 275 km û bi ferehiya ji 10 heta 15 km li ser sînorên Tirkiyê, siyasetên erebkirinê pêk tîne. Armanca wê yekê ew e ku bi rêya avakirina cihên niştecihbûnê yên ereban û veguhestina ereban ji wan herêman re bi bihaneya ku erdên wan di bin ava gola bendava Firatê de mane, demografiya herêmên Kurdan guhertin bû.

Siyasetên şofînîst ên Baasê li dijî Kurdan dewam kirin. Di sala 1998`an de jî bi rejîma Tirkiyê re peymana Edenê îmze kir ku navaroka wê hevkariya di tunekirina tevgerên Kurdî yên ku daxwaza mafên gelê Kurd ên rewa li her du welatan dikin bû.

REJÎMÊ BI ZANABÛN FITNEYEK DERXIST..

Piştî ku rêveberiya dewleta Sûriyê bi dewleta Tirk re peymana Adanayê îmze kir,  bi siyasetên birçîkirin û koçberkirina ji erdên Kurdan ber bi Şamê û bajarên mezin ên Sûriyê ve û têkbirina tevgera siyasî, xwest ku hebûna Kurdan ji holê rake.

Ji bo li dijî van siyasetên rejîmê bisekinin, di Îlona 2003`an de Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat damizrandin û di demeke kin de bingeheke gel a berfireh av kir. Daxwaza bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd kir û çalakiyên siyasî û aktîvîteyên partiyên ên di çarçoveya doza Kurdî de, bi rêxistin kir.

Hemwextî van pêşketinan, li dewletên cîran jî pêşketin pêk hatin. Di sala 2003`an de Amerîka derbasî Iraqê bû û rejîma Baasê ya Iraqê tune kir. Her wiha piştgirî da Kurdên Başûrê Kurdistanê da ku fedraliyê bi dest bixin. Rejîma Baasê ya Sûriyê ev yek wek veqetîna ji Iraqê bi nav kir.

Ji ber vê yekê rejîma Sûriyê maça futbolê ya di navbera tîmên Cîhan û Fitiwe de bi kar anî û fitne di navbera Kurd û ereban de derxist. Her wiha bajarê Qamişlo ku mezintirîn cihê kombûna Kurdan li Sûriyê bû, wekî cihê pêkanîna komkujiyên xwe hilbijart. Ev yek wekî darbeyeke pêşîn û pratîkî ji bo tirsandina tevger û kolana Kurdî, pêk hat.

SERHILDAN BINGEHA BUHARA GELAN E

Serhildana gelê Kurd li tevahî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya sala 2004`an, bû pîvaneke astê birêxistinbûna gel û girêdana bi armanc û mafên ku ji dest hatine girtin. Çalakî û aktîvîteyên li bajarên Rojava bi berekî din ve çûn û amadekariya tevgereke ji nişikive dihat kirin ku dibe di wan salên bi "reş" û "dijwar" dihatin binavkirin de, pêk bê.

Piştî 6 salan ji serhildana Qamişlo, gelên herêmê li dijî hikumetê xwe rabûn ser piyan. Gelan ji Tunis, Misir, Lîbya û Yemenê dest bi serhildanê kirin û sîstemên dîktator ku ji ber wan bi salan azar kişandin, ji desthilatê xistin. Di 15`ê Adara 2011`an de jî gelê Sûriyê daketin qadan û heman daxwaza xwepêşandêrên Qamişloyê sala 2004`an "azadî", xwestin.

Serhildana 2004`an bingeheke qewîn ji şoreşa Rojava ya 19`ê Tîrmehê re ava kir. Daxwazên azadî, demokrasî û edaletê ku di 7 rojên serhildanê de bi hezaran welatiyan berz kirin, bi şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an ku ji Kobanê dest pê kir nehatin guhertin.

DI 16 SALAN DE, HEVGIRTINA PÊKHATEYAN PLANÊN BAASÊ TÊK BIRIN

Piştî 16 salan ji serhildana Qamişlo, şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kurd, Ereb, Turkmen, Aşûr, Suryan, Keldan û Çerkes ku tekezî bi daxwazên xwepêşandêrên serhildana 2004`an kirin, hembêz kir.

Di salên şoreşê de, ev pêkhate beşdarî Rêveberiya Xweseriya Demokraîk û Hêzên Sûriye Demokratîk bûn û li djiî terorê ku gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwar, yek ref ava kirin. Her wiha bi hevgirtineke neteweyî karîbûn parastina welêt bikin û hemû fitneyên ku ji aliyê hêzên herêmî û navdewletî ve dihatin û tên derxistin, bi bin bixin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din