Serêkaniyê: 75 çete hatin kuştin, 7 panzêr hatin teqandin-HATE NÛKIRIN

Li Serêkaniyê di çarçoveya berxwedana şervanên QSD‘ê ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de 7 panêzrên hêzên dagirker teqandin, 75 çete hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên li ser bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê didomînin. Artêşa dagirker hewl dida ji sê aliyêan ve derbasî bajêr bibin, li ser bersivdayîna QSD‘ê şerên giran rû dide.

Şervanên QSD‘ê îro li derdora bajêr derbên giran li dagirkeran da, du erebeyên bi doçka barkirî û 7 panzêr teqandin. Di şer de 75 çete hatin kuştin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din