‘Serkeftina berxwedana Leyla Guven çareya aştiyê ye’

Bi daxuyaniyekê Meclisa Jinan a Siwerê îşaret bi serkeftina Leyla Guven û hevrêyên wê kir ku serkeftina wan, serkeftina gelan bi giştî û çareya aştî û mirovahiyê ye.

Meclisa Jinan a bajarokê Siwer ê bakurê Dêrazorê daxuyaniyek weşand û serkeftina berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê ya piştî çalakiya grevê pîroz kir.

Daxuyanî li pêş Meclisa Jinan a bajarokê Siwerê hate dayîn û gelek jinên endamên sazî û meclisan beşdar bûn. Daxuyanî ji hêla rêveberiya Meclisa Jinan Miradê Ehmed ve hate xwendin. Her wiha serkeftina berxwedana Leyla Guven û hevrêyên wê yên greva birçîbûnê pîroz kir.

Daxuyaniyê bal kişand ser ku Leyla Guven bi rêya berxwedana xwe vîna jinên azad û rêgezên serdema jinan sepandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro jinan destkeftiyên mezin bi dest xistine, xwe bi rêxistin kiriye û tevahî cîhan di sekna wan a li hember mezintirîn rêxistina ku gef li cîhanê dixwar, mat maye.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(fr)


Mijarên Din