Serkeftina HDP`ê li Tirbespiyê û kantona Hesekê hate pîrozkirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û navçeyên Tirbespiyê û Dirbêsiyê ji bo serkeftina HDP`ê di hilbijartinên herêmî li gelek bajar û bajarokên mezin ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de, şahiyek li dar xist.

Bi boneya serkeftina HDP`ê di hilbijartinên herêmî li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, li bajarê Hesekê gereke trimbêlan pêk hat.

Di meşê de bi sedan şêniyên bajarê Hesekê beşdar bûn, meş li gelek kolanên bajarê Hesekê ji Çerxerêya Sînalko heta taxa Nasira, Kelasê, Mesakin Mirşo taxa Miftî, Salihiyê û taxa El-Xişman re geriya.

Meş li taxa Til Hecir bi dirûşm û stranên silavkirina HDP`ê rawestiya.

TIRBESPIYÊ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a navçeya Tirbespiyê bi daxuyaniyekê serkeftina HDP`ê di hilbijartinên şaredariyên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de, pîroz kir.

Daxuyanî ji aliyê endamê rêveberiya partiyê Mihemed Ebdilqadir Ebdilezîz hate xwendin. Di daxuyaniyê de serkeftina HDP`ê hate pîrozkirin û wiha got: "Ev serkeftin nûnertiya îradeya gelên azad dike û pêkanîna encamên baş li ser şoreşa azadiyê dike."

Der barê mijarê de, sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê bi hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb û Suryanan li Eywana Roj serkeftin pîroz kirin û xelekên dîlanê girtin.

DIRBÊSIYÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê jî bi serkeftina HDP`ê di hilbijatina herêmî li gelek bajar û bajarokan, bi konvoyekê gereke erebeyan li dar xist.

Di meşê de, bi sedan şêniyên navçeyê, ji pêşiya meclisa navçeyê dest pê kir û di kolana sûkê û kolana sereke re meşiyan. Paşê li geraca navçeyê rawestiyan û li wir şahiyek li dar xistin û dîlan gerandin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din